Bi boneya rojbûna rêber Ocalan li herêma Firatê dê 10 hezar dar were belavkirin

Bi rasthatina rojbûna rêber Abdullah Ocalan ku 4`ê Nîsanê ye, Gerînendeya Jîngehê ya Herêma Firatê ragihand ku ew ê 10 hezar dar li şêniyên herêmê belav bike.

Bi boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan, dê 30`ê vê mehê hemleya belavkirina daran dest pê bike, da ku 2`yê Nîsanê wan daran biçînin.

Gerînendeya Jîngehê ya Herêma Firatê para hemû navçeyan diyar kir û li ser vê yekê dê daran radestî komînan bike, da ku li welatiyan belav bikin. Her wiha dê dar li gorî rûbera şîn a her navçeyekê were belavkirin ku ew jî wiha ye:

Navçeya Eyn Îsa hezar û 500 dar.

Navçeya Sirîn 2000 dar.

Navçeya Şêran 2000 dar.

Navçeya Qenayê hezar û 500 dar.

Navçeya Kobanê hezar û 500 dar.

Navçeya Çelebiyê hezar û 500 dar.

Hevserokê Gerînendeya Jîngehê li Herêma Firatê Arif Balî wiha axivî: "Armanca me ji belavkirina daran, xemilandina herêmên me ye, ji ber ku şer bandor lê kiriye û dem hatiye ku xweşikbûna herêmê vegerînin. Li aliyekî din me roja rojbûna rêber Abdullah Ocalan ji bo çandina daran hilbijart, ji ber ku rêbertî ji xwezayê hez dike."

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2022/03/28/065321_aarf-baly.jpg

Arif Balî bang li gelê herêmê kir ku çanda çandina daran belav û xurttir bikin, her wiha parastina darên ku hatine çandin bikin, ji ber ku baştirîn rêbazê pakkirina hewayê ye.

Gerînendeya Jîngehê heta niha li navçeya Sirînê 3 baxçe vekirine, her wiha li gundê Şêxçoban ê başûrê bajarê Kobanê jî daristana Şehîd Rustem ku 3 hezar dar lê hene, vekir. Zêdetirî hezar dar jî li daristana Kobanê û li peyarê û rêyên hundirê bajêr çandin. Di heman demê de 700 dar li daristana Şehîd Gelhat a navçeya Çelebiyê çandin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din