Bi boneya salvegera Rêveberiya Xweser şahiyek hate lidarxistin

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê bi şahiyekê salvegera damezirandina Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê pîroz kir.

Şahî li hola Beylesan a li navçeya Amûdê hate lidarxistin.Nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên partiyên siyasî yên li herêma Cizîrê, rûspiyên eşîran, saziyên civaka sivîl, Fedrasyona Gaziyên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê, Kongreya Star û nûnerên ji hêzên leşkerî yên herêma Cizîrê tev li şahiyê bûn.

Şahiyê bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telet Yûnis axivî û hemû şehîdên şoreşê bi bîr anîn û da zanîn ku Rêveberiya Xweser a ku li herêma Cizîrê destpêkê hat ragihandin, encama tekoşîna bi salan û Şoreşa 19`ê Tîrmehê ye.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê jî axivî û da zanîn ku Rêvberiya Xwser hewl da ku hemû rewşên derketine hole, kontrol bike, wekî qutkirina avê li ser bajarê Hesekê, çareserkirina pirsgirêkên xizmetguzarî li kantona Qamişloyê.

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Emîna Omer jî axivî û diyar kir ku Rêveberiya Xweser gelê herêmê ji rejîmeke desthilatdar rizgar kir û got: "Em wek Meclisa Sûriya Demokratîk baweriya me bi projeya Rêveberiya Xweser heye ku aloziya Sûriyê çareser bike."

Piştre helbestvan Ferhad Merdê helbest ji mêvanan re pêşkêş kirin.

(sb)

ANHA


Mijarên Din