Bi dehan kes li dijî komplo ketin greva birçîbûnê

Bi dehan şêniyên navçeya Amûdê li dijî komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin.

Bi dirûşmeya "Em komploya navnetewî û tecrîda li dijî rêberê gelan Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin" meclisa bajarokê Topiz a girêdayî navçeya Amûdê ya herêma Cizîrê konê çalakiya greva birçîbûnê veda.

Kon bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan hatibû xemilandin. 70 kes ku beşdarî çalakiya greva birçîbûnê bibûn elekên spî bi wêneyên Rêber Ocalan li xwe kirin.

Çalakî saet 08:00‘an destpê kir. Şaneyên ji tevahî navçeyê ji bo piştgiriyê çalakgeran û şermezarkirina komployê herikîn bin kon.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Zîwer Elî di bin kon de axivî, diyar kir ku gelek dewletên cîhanî beşdarî komploya li dijî Rêber Ocalan bûn û anî ziman ku Ocalan ji bo azadkirina hemû gelên herêmê û gelên bindest têdikoşe.

Elî  destnîşan kir ku armanc ji komployê ew bû ku gelê kurd tune bibe û bê îrade bê hiştin.

Ji çalakgerên greva birçîbûnê Meha Zoro ji ANHA‘yê re axivî û got: "Çalakiya me ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya li dijî Rêber Ocalan e. Li vir em teqez dikin ku têkoşîna me ya li ser xeta Rêbertiyê berdewam e heta hemû gelên Rojhilata Navîn bighêjin azadiya xwe."

Meha destnîşan kir ku dewleta Tirk bi vê komployê ne dikarî bighêje armancên xwe, ji ber ku gelên herêmî dan ser şopa Ocalan.

Meha bang li raya giştî kir ku erka xwe pêk bîne û bi lez sînorekî ji dewleta Tirk re deyne a ku tecrîdeke girankirî li ser Rêber Ocalan ferz kiriye. Her wiha bang li hemû jinan kir ku"Piştgiriya Rêbertî bikin, ji ber Rêbertî ji destpêka têkoşîna xwe ve banga azadkirina jinan ji koletî û zihniyeta bavikslarî dike."

Tê payîn ku çalakî dê sibe saet 10:00 bi dawî bibe, çalakger dê beşdarî meşa girseyî ya li navçeya Amûdî ya ji ber şermzarkirina komployê bibin.

ANHA


Mijarên Din