Bi dehan wêne û peyker li werşeya kar a Kobanê tên amadekirin

Bi sponseriya Desteya Çandê bi dehan wênesazan werşeya kar "Sempozyum" li bajarê Kobanê vekir. Wêneyên hunerî û peyker li bajarê Qamişlo dê bên pêşkêşkirin. Werşe dê heta 6 rojan bidome.

Di werşeyê de 24 wênesazên ji herêmên Bakurê û Rojhilatê Sûriyê yên Cizîr, Firat û Efrînê dixebitin. Her wiha wêneyên şerê ku bi xwe re wêrankirin, komkujî û koçberkirin anîne, xêz dikin. Li rexê jî wêneyên heviyê ku dê salên pêş piştî bidawîkirina azarên gelê Sûriyê bîne jî hatin xêzkirin û ji wê jî zêdetir wêneyên xwezayê.

Di vê derbarê de endamê komîteya amadekar a werşeyê Minîr Şêxî ji ANHA’yê re ragihand ku hikumeta Başurê Kurdistanê û hikumeta Îranê gelek hunermend ku dê beşdarî vê çalakiyê bibûna ku bi dirûşma "Vîna welatê zeytûnê ji terora we bihêztir e" pêk tê, qedexe kirin.

Di roja yekemîn a werşeyê de hevseroka Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid, cîgirê hevserokatiya Herêma Firatê Mihemed Şahîn û li rexê jî rêveberên saziyên sivîl ên kantonê amade bûn.

Di roja vekirina yekemîn a werşeya kar de ji hêla hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Arif Balî, hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê Rewda Hesen, hevseroka Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid û endamê komîteya amadekar Minîr Şêxî ve axaftin hatin kirin.

Axêveran pêşwaziya başdaran kir û tekez kir ku huner a herî rasteqîn e ku rewşa heyî ya li Sûriyê derdibe. Her wiha destnîşan kir ku dewletên destpot her tim şerê huner û çandê kiriye û berovajî wê jî gelan her tim li dijî wan serî hildaye.

Werşeya kar "Sempozyum" dê heta 16’ê Gulanê bidome. Wêneyên hunerî û peyker dê li Hola Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo bên pêşandan.

(fr)

ANHA


Mijarên Din