​​​​​​​Bi destê dewleta Tirk daxistina rêjeya ava Firatê gefan li çandiniya Reqayê dixwe

Daxistina rêjeya ava Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, gefan li çandiniya şêniyên Reqa û gundên wê dixwe. Komîteya Çandinî û Avdanê ya Meclisa Sivîl a Reqayê ji cotkarên Reqayê û gundên xwest ku li gorî plana çandiniyê ya diyarkirî tev bigerin da ku bandora kêmbûna avê ya çemê Firatê sivik bibe.

Piştî kêmbûna zêde ya rêjeya ava çemê Firatê ku dewleta Tirk a dagirker wek amûreke şantajê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne, gelek saziyên têkildarî vê mijarê ji bo dabînkirina pêdiviyên avê gelek tedbîr girtin.

Komîteya Çandinî û Avdanê ya Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo mewsima çandiniyê ya havîn û zivistanê planeke çandiniyê danîbû. Li gorî planê avdana nêzî 103 hezar hektar erd ku ji sedî 35 ji bo mewsima havînê û ji sedî 65 jî ji bo mewsima zivistanê hatiye veqetandin, tê armanckirin.

Serokê Buroya Avdanê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Fadil Mistefa ji cotkaran daxwaz kir ku li gorî plana çandiniyê tev bigerin, avê bi awayekî rast bi kar bînin û mercên ku herêm tê re derbas dibe, li ber çavan bigirin. Her wiha destnîşan kir ku parastina avê berpirsyariya her kesî ye.

Fadil Mistefa piştrast kir ku pêkanîna cotkaran a plana çandiniyê, bandorên kêmbûna zêde ya ava çemê Firatê sivik dike.

Fadil Mistefa wiha domand: "Dewleta Tirk ji bo hedefgirtina binesaziya Sûriyê, gelek rêbaz bi kar anîn. Îro jî avê bi razîbûna civaka navneteweyî bi kar tîne. Ev yek di bêdengiya li hemberî sûcên Tirkiyê li dijî gelê Sûriyê de, eşkere dibe."

Serokê Buroya Avdanê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Fadil Mistefa bang li hikumeta Sûriyê kir ku mijara mehrûmkirina Sûriyê ji avê ku Tirkiye pêk tîne, pêşkêşî aliyên navneteweyî bike. Ji ber ku Sûriyê hîna barê nûnertiya siyasî ya Sûriyê di qada navneteweyî û NY`yê de dike.

 (fr)

ANHA


Mijarên Din