Bi destpêkirina axşûvê re karker banga zêdekirina heqdestên rojane kir

Xebatên axşûvkirinê (Xepartin) li zeviyên kemûnan dest pê kir. Werşeyên karkeran jî xwestin heqdestiya rojane bê bilindkirin.

Di salên dawîn de cotkarên herêma Cizîrê li şûna genim û ceh ku li herêmê berhemên sereke ne, cureyên nû yên riwekan çandin wekî kirzbere, kemûn, reşreşk û kuncî çandin.

Çandina berhemên nû heta rêjeyeke mezin serkeftî ye, ji aliyekî ve sûdê li cotkaran dike, ji aliyekî din ve jî derfetên kar ji bo bi sedan karkarean peyda dike. Ji ber ku pêwîstî bi rakirina giyayên bizirar ên li dor berhemên hatine çandin heye, anku wekî tê nasîn xebatên axşûv (xepartin) dest pê dikin.

Îsal, ji ber ku baran kêm bariye gelek cotkaran li şûna genim û ceh ku qezenca çandina wan ne misoger e, bi awayekî sereke berhemên wekî kizbere û kemûn çandin.

Li gorî serjimariya Komîteya Çandiniyê ya navçeya Tirbespiyê, îsal zêdetirî 24 hezar donim kemûn, kizbere û reşreşk hatin çandin.

Berpirsekî ji werşeyên karkeran ê bi navê Waêl Ebid El-Mehmûd got piştî ku baran vê dawiyê baş bariye, berhemên kizbere û kemûm baş in û diyar kir ku ew ê dest bi xebatên axşûvê bikin.

El-Mehmûd bang li Sendîkeya Karkeran kir ku heqdestê rojane yên karkeran bilind bikin, ji ber ku nirxê madeyan biha ye û nirxê lîreya Sûriyê li hemberî dolar erzan e.

 ‘DI ROJÊN PÊŞ DE WÊ BIRYAR DERKEVIN’

Sendîkaya Karkeran di werza borî de rojane 5 saet ji bo kar diyar kir, her wiha heqdestên karkeran diyar kir.

Berpirsên Sendîkaya Karkeran teqez kirin ku ew ê heqdestên karkeran zêde bikin û diyar kirin ku ew biryar dê di rojên pêş de derkeve.

(cx)

ANHA


Mijarên Din