Bi dirûşma "Berxwedana Rûmetê" xwendekarên Efrînê meşek li dar xist

Bi dirûşma "Berxwedana Rûmetê" bi hezaran xwendekarên herêma Efrînê û endamên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk ji bo şermezarkirina êrîşên artêşa Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re meşek li dar xist.

Bi hezaran xwendekar û endamên Komîteya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk li navçeya Ehdas kom bûn da ku êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar bikin.

Meş ji navçeya Ehdas dest pê kir û ber bi qada gundê Meratê Mislimiyê ve çû. Xwendekaran dirûşmên silavkirina Berxwedana Rûmetê û Berxwedana Serdemê berz kirin.

Xwendekaran di dawiya meşa xwe daxuyaniyek parve kir. Daxuyanî wiha ye:

"Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê di sala xwe ya 9’an de li dijî faşîst û li dijî dijminê gelê me li kantonên me li pêşiya DAIŞ`ê û hemû çeteyan li ber xwe da, di şerê 9 salan de bi sed hezaran sivîlan ji şehîd û birîndaran çêbûn.

Mînaka wê gelê Kurd, Ermen, Ereb û Tirkmen li dijî êrîş û binpêkirinan sekinîn û rûdanên  ku rastî gelê me hat, şermezar kirin. Xwestin nasnameya me tune bikin, bi îradeyeke mezin bawer in ku ew ê li ber xwe bidin û vê îradeya Efrîn, Heleb, Minbic û Kobanê û heta Dêrikê bi ser bikeve.

Her roj û li pêş çavên cîhanê bi hezaran zarokên ji van herêman koçber dibin, di demeke ku pêwîstî peyda nabin û di rewşeke aloz de dijîn. Rêxistinên ku navê mafên mirovan ji UNICEF û NY`ê bang dikin, dive bi erka xwe rabin û mafên me biparêzin û tenê nebin tameşevan.

Na ji dagirgeriya Tirkiyê re, dagirker hebûna me ji holê radikin, Rojava ya me ye, Efrîn a me ye, mirin a dagirkeran e, na ji kuştina zarokan  re."

Meş bi dirûşmên silavkirina Berxwedana Rûmetê û Berxwdana Serdemê bi dawî bû.

(jo)

ANHA


Mijarên Din