Bi dîmen kêliya hedefgirtina malên sivîlan li gundewarên Girê Spî

Çeteyên dewleta Tirk malên sivîlên li gundewarên rojavayê Girê Spî topbaran dike. Di encama wê de gelek zerar dighêje malên sivîlan.

Çeteyên dewleta Tirk gundê Qizelî, Bîrkîtik, Sarinc û Qurnful ên girêdayî Girê Spî rojane dike hedef. Di encama wê de zerarên mezin dighêje mal û milkên sivîlan. Ji ber wê şêniyên gundên navborî piştî ku malên wan hatin hilweşandin û komkujî li dijî wan pêk hatin neçarî koçberiy dibin. Herî dawî jî komkujiya Qurnful ku di encama wê de 5 sivîl ji yek malbetê jiyana xwe ji dest da.

Nûçegihana me dîmenê topbarana çeteyan li ser gundên navborî, çawa malên sivîlan dibin hedef, mal û milkên sivîlan di bin enqaza de dimînin û şêniyan neçarî koçberiyê li gundên ewle dibin, kişand.

Yek ji sivîlan destnîşan kir ku çeteyan welatiyek dema li ser erebeya xwe li gundê Saronc dixebitî kir hedef û di encama wê de welatî beriya çend rojan jiyana xwe ji dest da.

Ajansa me cihê bûyerê kişand. Tu tişt li wê derê nemabû tenê parçeyên wî û parçeyên erebeya wî hebû.

(bx)

ANHA


Mijarên Din