Bi dîmen û wêne… qedexeya derketina derve li Qamişlo

Li gorî biryarnameya Rêveberiya Xweser ku ji bo pêşîlêgirtina vîrûsa Korona (Covid-19) derketina derve heta demeke nediyar qedexe kir, îro qonaxa duyemîn a qedexeya derketina derve li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê.

Ji vê sibehê de biryara qedexeya derketina derve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê. Bi vê yekê qonaxa duyemîn ji qedexeyê dest pê kir.

Di vê qonaxê de gera di nava taxên bajêr de tê qedexekirin û tevgera şêniyan tenê ji bo peydakirina pêdiviyên jiyanî sînordar e. Hêzên ewlekariyê jî dewriyeyan dimeşînin.

Li kolanên sereke yên Qamişlo ji bilî tevgera erebeyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hin saziyên xizmetguzariyê, tevger bi temamî rawestiyaye.

(cx)

ANHA


Mijarên Din