Bi dîmen...çeteyên Ehrar El-Şerqiye welatiyek sûrî bi hovîtî îşkence kir

Li herêma Babê welatiyekî ji Sûriyê bi destê çeteyên Ehrar El-Şerqiyê bi hovîtî hat îşkencekirin.

Li herêma Babê di 13’yê Gulana borî de, li gundê Tirhîn ku 10 km li bakurê bajarê Babê ye şer di navbera çeteyên Ehrar El-Şerqiyê û xwediyên şewatgehên petorla xam de rû da.

Şer piştî xwestina çeteyên Ehrar El-Şerqiyê ya pereyên pir ji xwediyên şewatgehan ku piraniyên wan ji penaberên herêma Sifîrê ya li rex Babê ne, derket.

Çeteyan çekên nîvavêj di hedefgirtina kampên ku penaber tê de ne bi kar anîn. Di heman demê de çeteyek ji Ehrar El-Şerqiyê di encama şer de hat kuştin.

Di vê derbarê de çavkaniyên herêmî gotin piştî şer da ku bersiva kuştiyê çete bidin, çeteyên Ehrar El-Şerqiyê bi ser kampan de girt û bi dehan welatî revandin û îşkence kirin.

Dîmenekî ku welatiyekî hatiye revandin û ji aliyê çeteyan ve bi awayekî hovane tê îşkencekirin gihîşt ajansa me. Çete di îşkenceyan de alavên hesin bi kar tînin beyî ku cihên hesas ên weke serî berçav re derbas bikin. Lewre welatî ji ber lêdan û îşkenceyê dikeve erdê.

Piştî lêdan û îşkenceyê çeteyan kêr danî ser stû û gefa serjêkirinê lê xwar heke malbat fîdyeya ku hatiye xwestin neşînin, bêyî diyarkirina nirxa wê.

Çavkanî ragihand ku hin revandî ji ber dayîna fîdyeyan serbest hatin berdan, lê çarenûsa hinan jî ne diyar e.

Li tevahî herêmên ji hêla Tirkiyê ve dagirkirî rojane, revandin, dizîn û serdegirtina malan a biçekê çêdibin. Her wiha şerên hundirîn û teqînên li naverasta bajaran çêdibin. Herî dawî jî teqînek li bajarê Babê û 2 jî li bajarê Qubasîn çêbûn.

(fr)

ANHA


Mijarên Din