Bi dîmen..detayên berxwedana mertalên zindî li ser sînor

Ji 17`ê Tîrmehê ve şêniyên kantona Kobanê li gundê Qeremoxê yê rojhilatê bajarê Kobanê li ser sînorên Tirkiyê-Sûriyê çalakiya  ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê li dar dixin.

Çalakiya mertala zindî yên ku şêniyên Kobanê ji 17`ê Tîrmehê ve li gundê Qeremoxê û gundê Ziyaretê yê rojava bajarê Kobanê ji 19`ê Tîrmehê ve destpê kirine, didome.

Şênî piştî ku Tirkiyê hêzên xwe li ser sînorên bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re kom kirine û gefên serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan ji bo dagirkirina herêmê dest bi çalakiya xwe kir.

Şênî bi rêya çalakiya xwe gefên Tirkiyê red dikin û bi tevahiya pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb, Turkman û Ermen li rex hev du disekinin û siyaseta Tirkiyê ya li dijî herêmê red dikin.

Nûçegihana ajansa me detayên çalakiyê ya ku bi dehan şênî tev li dibin bi dîmen şopand.

(şx)

ANHA


Mijarên Din