Bi fermana Barzanî 20 pêşmergeyên Dêrîn hatin destgîrkirin

Gelek pêşmergeyên ku niha li ser kar in jî tê de, nêzî 20 pêşmerge bi fermana Mistefa Barzanî yê ku kurê Mesût Barzanî ye, hatin destgîrkirin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, 20 pêşmergeyên Dêrîn bi fermana Mistefa Barzanî ku kurê Mesud Barzanî ye, hatin destgîrkirin. Hinek ji wan pêşmergeyan niha jî li ser wezîfeya xwe bûn. Pêşmerge li Sirê, Dêralokê û Şêladizê hatine destgîrkirin.

Heya beriya niha çend rojan jî agahî ji pêşmergeyan nedihate girtin, lê beriya niha çend rojan malbatên wan hatine agahdarkirin û pêşmerge hatine destgîrkirin.

Ji dema xwepêşandan û raperîna Şêladizê ve zextên PDK’ê li ser welatiyên ji eşîra Rêkaniyan a li herêma Amediyê zêde bûne û asayîşa herêmê zextan li wan dikin.

Berî niha bi demekê di bernameya televîzyoneke PDK’ê de hakaret li eşîra Rêkaniyan hatibû kirin û ji wan gotibûn, ‘Hûn çete ne’ Li ser vê yekê Rêkaniyan jî bi ser televîzyonê de girtibûn û nerazîbûn nîşan dabûn.


Mijarên Din