Bi firotina tizbiyan, debara xwe dike

Elî Hûsam wek pîşe tizbiyan difiroşe. Hem ji vê pîşeyê hez dike û hem jî debara xwe pê peyda dike. Dibêje, tizbî ne tenê amûrek demborandinê ye.

Elî Husam (60) ji derdora 40 salî ve tizbiyan difiroşe. Di destpêk de li Şamê di dikaneke firotina tizbiyan de kar dikir. Piştî demekê vedigere Qamişloyê û ji bo peydakirina debara xwe dest bi firotina tizbiyan dike. Di vî warî de dibêje: “Min tizbî ji Şamê dikirî û li Qamişloyê difirot.”

Bi demê re, Elî Husam ji pîşeya xwe hez dike, di rastkirina tizibiyan de dibe pirspor, fêrî gelek cureyên wê dibe û hêdî hêdî karê xwe bi pêş dixe. Husam dibêje: “Destpêkê min tizbî ji Şamê dikirîn. Lê niha ez wan ji Îran û Başûrê Kurdistanê dikirim. Di pirî caran de, ji bo kirîna tizbiyan ez diçime Hewlêra Başûrê Kurdistanê.”

Tizbî yek ji kevneşopiyên Rojhilata Navîn e û hîna tê parastin. Kesên temenmezin tizbiyan dikişînin. Hinek ji bo borandina demê, hinek jî ji bo konsepta xwe dikişînin. Hinek jî wê weke derman ji hinek nexweşan re dibînin. Hinek caran jî di govendan de tê bikaranîn.

Tizbî ji daran û kevirên ku hinek ji deryayê tên derxistin, tên çêkirin. Li gorî hejmara libên tizbiyan, sê cureyên wê hene. Yan 99 lib an jî 66 an jî 33 lib. Ev hejmar bi navên Xwedê, rojbûna û roja wefata pêxember Mihemed ve girêdayî ne.

`HEZKIRIYÊ PÎŞEYÊ XWE YE`

Elî Husam di destê wî de çenteya tijî tizbî, rojane sibê zû ji mala xwe ya li taxa Enteriyê derdikeve û li kolaneke bajêr bastaya xwe vedike. Bi hezkirin û mereq tizbiyan çêdike. Elî Husam girêdayî mijarê got: “Ji berê ve û heta niha pêkhateyên Rojava tizbî dikişînin. Piraniya wan temenmezin in. Nifşa nû pir kêm tizbiyan dikirin. Ji ber ku teknolojiya bi awayekî mezin bandor li wan kiriye. Her wiha daketina nirxa lîreya Sûriyê li beramberî dolarê bandor li rêjeya frotinê kir. Nirxa hinek tizibyan digihêje hezar dolarî.”

Ruxmî ku di vê dawiyê de, sûka tizbiyan lawaz bûye, lê Elî Husam ji karê xwe bêzar nabe. Husam domand û got: “Ez pir ji karê xwe hez dikim. Ez wê wek beşek ji xwe hîs dikim. Ne pêkane rojekê bifikirim ji welêt derkevim an jî di warekî din de kar bikim.”

`NE AMÛREK JI BO XERCKIRINA DEMÊ YE`

Têkildarî cureyên tizbiyên ku difroşin, Elî Husam got: “Gelek cureyên tizbiyan hene lê ya herî navdar tizbiyên Fêroz, Mircan, Eqîq, Morî û Sendal ê ku ji text tê çêkirin. Lê cureya herî bi nav û deng tizbiya Kehreman e. Ev cure tizbî ji bo nexweşiya zarik a zarokan tê bikaranîn. Li dewletên Kendava Ereban, tizbiya ji cureya Kehreman tê hûrkirin û wek derman ji bo dil tê bikaranîn.”

Husam îşaret pê kir ku hinek xelk ji kişandina tizbî hez nakin û wiha domand: “Lê kişandina tizbî li cem me tiştek cuda ye. Ji ber ku kişandina tizbî di birêxistinkirina lêdana dil de dibe alîkar.”

Heta niha tam nayê zanîn kê cara yekemîn tizbî kişandiye. Lê li gorî hinek pirtûkan, tizbî ji bo mercên din hatine bikaranîn. Wek ristik an jî tilism hatiye bikaranîn. Hinek bawer dikirin ku ew pîroz in. Heta ku hinek gelan tizbî bi av dişûştin û ava wê wek derman vedixwarin. Mamoste Selah El-Rawî mamosteyê wêjeya gelêrî ya Akademiya Hunerên Şanogerî di pirtûka xwe de `Destpêkek di nirxandina çanda gelêrî de` got, ev amûr ji serdemên beriya dîrokê ve tê naskirin. Ji tovikên xurme, tovên xerrûb, texta darê zeytûnê, şeytenok, ebenûs û sendal dihatin çêkirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din