Bi govendên xwe pirrengiya Bakurê Sûriyê rave dikin

Bi govendên xwe pirrengiya çanda li herêmê rave dikin,  kelepura herêmê raberî gelên din dikin û rola afrînerî û şaristaniyê li herêmên Bakurê Sûriyê berz dikin.

Bi armanca parastina kelepur û naskirina çandên din hinek ji ciwanan di sala 2017`an de koma govendê ya bi navê Şehîd Sarya ava kirin.

Koma govendên foklorî ya Şehîd Sarya girêdayî Tevgera Çand û Hunerê ya gundê Girbawî yê herêma Qamişlo ye. Kom ji deh jinên ciwan ên ji gundê Girbawî pêk tê û temenên ciwanan di navbera 17 û 20`an de ne.  Kom bi rihê hevkarî û hezkirin tê naskirin, lew ra jîrbûna xwe di nava şêniyên herêma Cizîrê de îsbat kirin.

Koma Şehîd Sarya bi rêya govendên foklorî hewldana pêşxistina çand û kelepûrê dike, girêdana di navbera parçeyên Kurdistanê xurtir dikin, piştgiriya karê çandî-komî dikin, kelepura dapîr û bapîran vediguhêzin nifşê nû. Rola şaristanî û afrîneriyê li herêmên Bakurê Sûriyê diyar dikin û beşdarî xurtkirina tevgera çand û hunerê dibin.

Endamên komê her heftê carekê li navendên xwe yên Girbawî kom dibin û xwe perwerde dikin. Perwerde ji saet 9:00 heta saet 11:00‘an dewam dike.

Kom govendên xwe ji kelepura foklorî ya herêmên Kurdistanê hildibijêrin û li ser muzîkên mîraseyan pêşkêş dikin.

Endamên komê dema govendên xwe pêşkêş dikin, li gorî govneda dê pêşkêş bikin, cilên gelerî li ber xwe dikin. Govenên têne pêşkêşkirin ji herêmên Kurdistanê yên wekî; Amed, Botan, Ruha, Samsur, Mardîn, Dîlok, Gimgim, Koçer, Agirî, Colemergê, Bitlîs, Wan, Qers, Zîz, Şengal, Melatiya û Koçeratan in.

Kom di cejin û boneyên cuda de govedên xwe pêşkêş dikin, her wiha beşdarî gelek mihrîcan û pêşbirkan bûne û hejmarek xelat û spasname wergirtine.

Rosîn Xelef endamek a komê ye. Rosîn got: "Beriya ku kom were avakirin, ez di koma ciwanên şoreşger de bûn. Paşê bi israr û lihevkirina di navbera ciwanan de me karî xwe birêxistin bikin û koma Şehîd Sarya ava bikin."

Rosîn got:"Tişta balkêş ew e ku endamên komê pêk ve ciwan in û xwedan rihekî hevaltiyê û hevkariyê ne. Lewma kar û xebata xwe serkeftî derbas dikin. Li ser vî esasî em bang li ciwanan dikin ku parastina çanda kurdî bikin û behreyên xwe geş bikin.’

 (eh)

ANHA


Mijarên Din