Bi hatina Remezanê re dê sûkeke demkî li Amûdê bê vekirin

Bi hatina meha Remezanê re û ji bo kirîna madeyan bi buhayeke guncaw Odeya Pîşesaziyê amadekariya vekirina sûkeke demkî dike. Li gorî hevseroka Odeya Pîşesaziyê wê nêzî 20 kargehên cur be cur tevlî sûkê bibin.

Bi hatina meha Remezanê re, ji bo kirîna madeyan bi buhayeke guncaw û pêşandana berhemên herêmî, Odeya Pîşesaziyê ya Kantona Qamişlo sûkeke demkî li navçeya Amûdê vedike.

Hevseroka Odeya Pîşesaziyê ya Kantona Qamişlo Newroz Ehmed diyar kir ku ew sûk wê li ser daxwaza Yekitiya Kargehan bê vekirin û wiha got: “Armanc jê ji bo kirîna bi buheyeke kêm, pêşandana berhemên herêmî ye, dê madeyên di sûkê de bi rêjeya lêçûna kargehan tenê bê firotin.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2022/03/28/061447_img_8437.jpg

Li ser hejmar û cureyên kargehên ku tevlî sûkê bibin Newroz Ehmed got: “Hejmara wan nêzî 20 kargehên madeyên xwarin, baqijî û pîşesazî bin. Bi nêzîkbûna cejina Remezanê jî wê cil û şêranî li sûkê bên zêdekirin.”

Têkildarî cihê sûka demkî Newroz Ehmed da zanîn ku wê li Sûka Amûdê ya li qada Şehîd Cîhad dikeve bê vekirin û got: “Wê di demên pêş de li herêmên din mîna Qamişloyê jî bê vekirin.”

Newroz Ehmed da xuyakirin ku niha ew hazirtiyên sûkê dikin: “Dê 30`ê vê mehê anku Adarê de amadekarî bi dawî bibin.”

ANHA


Mijarên Din