‘Bi hebûna dagirkeriyê re çareseriya siyasî ne pêkan e’

Siyasetmedarên jin ên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê diyar kir ku armanca Tirkiyê ya lêkirina dîwar ne tenê ji bo ku Efrînê tev li Tirkiyê bike, lê belê dewleta Tirk heta niha dest ji hişmendiya Osmanî bernedaye û li gorî pîvanên navdewletî Efrîn beşek ji Sûriyê ye û lêkirina dîwar li Efrînê hemû qanûnên navdewletî binpê dike.

Dewleta Tirk piştî dagirkirina Bab, Ezaz û Efrînê dest bi lêkirina dîwarê parçekirina Efrînê ji Sûriyê kiriye. Lêkirina dîwar rastî nerazîbûna xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê.

Siyasetmedarên jin ên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ji ajansa me ANHA‘yê re got: "Li gel dagirkirina hin herêman çareseriya siyasî li Sûriyê ne pêkan e."

Sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef bal kişand ser ku rejîma Sûriyê li hemberî binpêkirinên domdar ên Tirkiyê li Efrînê bê deng e, Tirkiye hewl dide Efrînê ji Sûriyê qut bike û tev li Tirkiyê bike.

Hevrîn wiha axaftina xwe domand: "Qala çareserkirina siyasî ji bo aloziya Sûriyê dikin, lê li gel hebûna dagirkirina dewleta Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çareserî ne pêkan e, niha jî beşek ji xaka Sûriyê jî tê qutkirin."

Hevrîn Xelef îşaret pê kir ku lêkirina dîwar li Efrînê û têkbirina DAIŞ‘ê hemwext hatin û got: "Tirkiye bi destkdayîna komên terorîst, di serî de çeteyên DAIŞ‘ê temenê aloziya Sûriyê dirêj dike."

Seroka Buroya Rêxistina Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Sûda Xelo bi bîr xist ku Tirkiyê Efrîn dagir kir, darên zeytûnan birîn, zarok kuştin û jinan direvînin û wiha anî ziman: "Niha jî li Efrînê dîwar lê dike da ku tev li dewleta xwe ya faşîst bike, armanca wê ew e ku projeya me serkeftî têk bibe, nexasim piştî têkçûna wê di hilbijartinên herêmî de."

Sûad Xelo di berdewama axaftina xwe de got: "Tirkiye bi fobiya Kurdan li tevahî cîhanê ketiye. Gefên wê yên li ser herêmên piştî serkeftin û pêşketina rêveberiyên xweser li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat. Efrîn jî di encama lihevkirinên gelek welatan de hate dagirkirin. Gelê Efrînê li hemberî êrîşên faşîzane yên 58 rojan li ber xwe da, ne ji balafiran bûya Tirkiyê nedikarî Efrînê dagir bike."

Sûda Xelo axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Li gorî qanûnên navdewletî Efrîn beşek ji Sûriyê ye, lêkirina dîwarên qutkirinê li Efrînê ne rewa ne û li dijî qanûnên navdewletî ne. Di aliyê leşkerî de jî dîwar wê bandoreke mezin li dîroka gelan bike. Em di wê baweriyê de ne ku warê zeytûnan Efrîn li ber xwe dide û dê bi teqez bi ser bikeve."

(bb)

ANHA         


Mijarên Din