Bi helbestan pesnê şoreşê dan

Komîteya Çand û Hunerê ya navçeya Dirbêsiyê li gundê Qiwêlê yê navçeya Amûdê çalakiyek hunerî li dar xist.

Di çalakiyê de hejmarek rewşenbîr, helbestvan û hunermendên kantonên Hesekê û Qamişlo  amade bûn.

Helbestvan Emel helbesteke li ser şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwend. Helbestan Remziya Remedan, Ebdulrehman Mihemed, Fehed Eyo û Efaf Heskê jî çend helbest gotin. Piraniya helbestan li ser şoreşa Rojava û têkoşîna jin Kurd bû.

Di dawiyê de Koma Şehîd Zîlan a girêdayî navenda Çand û Hunera Dirbêsiyê stranên gelerî gotin.

ANHA


Mijarên Din