Bi helbestên xwe berxwedana ciwanan vegotin

Helbestvan Dîcle Şêxo û Nerîman Xelîl gelek helbest li ser berxwedana ciwanên welat, bi taybet Berxwedana Serdemê nivîsandine û gelek xelat wergirtine. 

Jinan mohra xwe li tevahiya warên jiyanê da, bi taybet çand û huner. Jinan di şeran de di helwestên xwe de berxwedana gelan xurt kir.

Her du helbestvanên jin Dîcle Şêxo (27) û Nerîman Xelîl (40) ji asta navîn ve dest bi nivîsandina helbestan kiriye. Her du helbestvanan gelek mijar bi helbestên xwe vegotin. Yek ji van mijaran jî êşên jinên êzidî ye ku ji destê çeteyên DAIŞ’ê kişandine.

Berhem

Her du helbestvanan zêdetirî sed helbest hûnandine. Lê ji ber siyaseta li ser jinan beriya Şoreşa Rojava dihat meşandin û tunebûna desteka pêwîst, her duyan nikarîn dîwan ji helbestên xwe re derxistana. Navên berhemên wan wiha ne: Hemesat El-Nar (Pistên Agir), Rozelîn, Ceeletnî Tifle (Ez Kirim Zarok), Medexên Qeryetî (Bixareyên Gundê Min), Felsefet El-Mewt (Felsefeya Mirinê), Şewati Semtî (Beravên Bêdengiya Min), Teqtilunî Bîsemt (Ji Bêdengî ve Min Dikuje), Musîqa El-Remad (Muzîka Xweliyê), Emîret El-Behir (Şahbanûya Deryayê), Efrîn El-Mukbele (Efrîna Kelepçekirî), Sîrat El-Sikûn (Rêça Bêdengiyê), Tilke Uxniyetî El-Mera (Ew Strana Min Jin).

Nerîman Xelîl ji ajansa me re axivî û got: "Destpêkê min biranîn nivîsandin, piştre helbest. Ev 20 sal e ez dinivîsim."

Nerîman diyar kir ku di Berxwedana Serdemê de dest ji hûnadina helbestan berneda û pênûsa wê berxwedana gel û ya jinan xaka zeytûnê veguhastin ser kaxizê. Nerîman got: "Min helbestek li ser şervan Rozalîn Kobanê bi navê `Rozelîn` nivîsand. Rozelînê heya ku şehîd bû axa zeytûnê parast.”

Nerîmanê diyar kir ku ew di rojên pêş de amadekariya derxistina dîwanekê dike.

Xelatên ku wergirtine

Her du helbestvanan ji ber helbestên xwe gelek xelat wergirtine. Nerîman Xelîl 5 xelatên helbesta herî baş bi navê `Newroz di bîra goran de` ji hêla Kovara Helbest û Wêje li ser asta Rojava wergirt.

Her wiha Yekîtiya Hunermendan a Şehbayê helbestên Dîcle Şêxo ecibandin û pirtûka bi navê `Helbestên Zeytûnê` derxist. Di pirtûkê de helbest û çîrokên ku bûyerên Berxwedana Serdemê vedibêjin hene. Pirtûk li Şehbayê hate derxistin.

Dîcle Şêxo wiha got: "Destpêkê min helbestên xezel dihûnandin. Li ser Berxwedana Serdemê min gelek helbestên hayko nivîsandin. Bi rêya van helbestan helbestvan bi peyvên hêsan hestên xwe yên kûr rave dike û her 3 rêz ji 17 gotinan pêk tên."

(şx)

ANHA


Mijarên Din