'Bi hevgirtinê em ê dagirkeriyê têk bibin'

ꞌ'Bi hevgirtin û piştgiriya ji QSD`ê re em ê dawî li dagirkeran bîninꞌ', bi van gotinan şêniyên kantona Hesekê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û destnîşan kir ku bêdengiya Rûsyayê nîşan dide ku peymanên veşartî hene.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi navê "Artêşa Niştimanî ya Sûrî" êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin. Tevî ku derdora baregehên Rûsya ya garantora agirbestê têne topbarankirin, lê bêdengiya xwe ya li hemberî van êrişan didomîne.

Şopdarên rewşa Sûriyê destnîşan dikin ku bêdengiya Rûsya isbat dike ku peymanên veşartî di navbera wê û dewleta Tirk de hene û armancên wan ew e ku zextê li Rêveberiya Xweser bikin da ku herêmê radestî hêzên hikumeta Şamê bike.

Têkildarî van êrişan gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriya xwe ji QSD`ê re nîşan dide, da ku dawî li dagirkeriyê bînin û hemû komplo û planên ku Rûsya û dewleta Tirk a dagirker dixwazin li herêmê pêk bînin, têk bibin.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/01/14/204137_-large.jpg

Di vê der barê de Hevserokê Meclisa Navçeya Til Temirê Ciwan Mele Eyûb got ku armanca wan ji çalakiyan ew e ku dengê xwe bighînin civaka navneteweyî da ku bi erka xwe rabin û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên herêmê bi dawî bikin.

Eyûb bêdengiya Rûsya ya li hemberî êrişên Tirkiyê yên li dijî navçeyên Eyn Îsayê, Til Temirê û Zirganê şermezar kir û wiha axaftina xwe dewam kir: "Ev êriş û binpêkirin li pêşberî çavên Rûsya ya garantor têne kirin, bêdengiya Rûsyayê isbata hevkariya wê bi dagirkeran dike."

Ciwan Mele Eyûb bal kişand ser piştgiriya pêkhateyên ji QSD`ê re û wiha pê de çû: "Bi hevgirtin û piştgiriya ji QSD`ê re em ê dawî li artêşa Tirk û çeteyên bînin û parastina herêmên xwe ji hemû êrişan bikin."

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/01/14/204208_-large.jpg

Endama Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Zirganê Dunya Firêh diyar kir ku armanc ji êrişên dewleta Tirk têkbirina vîna gel û hevgirtina pêkhateyên herêmê ye ku li ser bingeha projeya neteweyî demoratîk dijîn.

Dunya destnîşan kir ku êrişên hêzên dagirker vîn û israra wan xurttir dike û wiha got: "Em şopdarên rêya şehîdan bin da ku armancên wan pêk bînin û gel û xakê ji dagirkeran rizgar bikin."

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/01/14/204300_-large.jpg

Endama Yekitiya Jinên Ciwan şaxê navçeya Til Temirê Rama Îbrahîm bang li pêkhateyên herêmê kir ku piştgiriya QSD`ê bikin û li dijî komployên li dijî herêmê û projeya demokratîk a li Rêveberiya Xweser tê meşandin bisekinin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din