'Bi hevgirtina pêkhateyan destkeftiyên herêmê hatin parastin'

Rewşenbîrên Dirbêsiyê daxuyand ku bi hevgirtina civakî ya pêkhateyên herêmê rê li fitneyê hat girtin, aramî û îstiqrar pêk hat û destkeftiyên herêmê hatin parastin.

Yek ji taybetmendiyên civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê pirrengî ye ku hevgirtina pêkhateyan xurttir dike. Li herêmê Kurd, Ereb, Suryen û Aşûr û pêkhateyên din bi hev re dijîn.

Pirrengiya civakî dihêle ku hevgirtineke civakî di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de çêbibe û bandoreke mezin li mayindekirina aramî û ewlehiyê dike.

Bi taybetî di vê qonaxa ku herêm tê re derbas dibe, pirrengî pir girîng e û wekî bingeha çareserkirina aloziya Sûriyê tê dîtin.

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê şaxê Dirbêsiyê nivîskar Ehmed Silêman dibêje: "Heke em li dîrokê vegerin, bi taybetî di serdema Salaheldîn El-Eyûbî de hemû pêkhateyên herêmê bi hev re jiyan û xaka xwe ji hêzên desthilatdar parastin."

Silêman wiha domand: "Di dema mêtîngeriya Fransa li Sûriyê, pêkhateyên herêmê bi taybetî Kurd û Ereb bûn yek, serî hildan û serxwebûn bi dest xistin. Ev yek hevgirtina pêkhateyan di wê demê de ji me re nîşan dide."

ʽDIXWAZIN BERÊ ŞOREŞA ME BIGUHERINʼ

Silêman tekezî bi girîngiya hevgirtina civakî di vê qonaxa nazik ku Sûriyê bi giştî û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî tê re derbas dibe, kir û wiha got: "Hevgirtin pêwîstî û pêdiviyek e. Bi hevgirtinê dê yekitiya xakê bê parastin û rê li hewldanên derxistina fitneyê li herêmê bê girtin. Ew dixwazin berê şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê biguherin û şerekî birakujiyê derxînin."

Her wiha destnîşan kir ku sîstemên desthilatdar her tim hewl didin valahiyê di navbera pêkhateyan de mezin bikin û bi hedefgirtina serokeşîran dixwazin pêkhateyan ji hev dûr bixin û rê li yekitiya wan bigirin. Silêman got: "Armanca şoreşê guhertina zihniyeta desthilatdariyê ye."

BI HEVGIRTINA PÊKHATEYAN DÊ ALOZIYA SÛRIYÊ ÇARESER BIBE

Ehemd Silêman îşaret bi rola hevgirtin civakî ya pêkhateyên herêmê di çareserkirina aloziya Sûriyê de kir û wiha dewam kir: "Bi hevgirtina pêkhateyên Sûriyê, dê alozî çareser bibe. Ji ber ku alozî ne di nava pêkhateyan de ye, lê belê di nava sîstema desthilatdar de ku rexneyan qebûl nake û azadiyê binpê dike."

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Dirbêsiyê Ehmed Silêman wiha pê de çû: "Dê yekitiya pêkhateyên herêmê rê li êrişên derve bigire."

Her wiha helbestvan Emel Hemo îşaret bi girîngiya nêzîkbûna pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got: "Dema ku êriş li dijî herêmê pêk bên, tu cudahî nakeve navbera Kurd, Ereb û Suryenan."

HEVGIRTINA CIVAKÎ ROLEKE SEREKE DI PARASTINA DESTKEFTIYAN DE DILÎZE

Emel Hemo piştrast kir ku hevgirtina civakî ji aliyê leşkerî û siyasî ve ji bo jiyaneke hevbeş û bi ewle, şantajê li civaka navneteweyî dike. Her wiha roleke mezin di parastina destkeftiyên herêmê û yekitiya xaka herêmê de dilîze.

Emel Hemo di dawiya axaftina xwe de got: "Hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê aştî, aramî û îstiqrarê dixwazin."

(cx)

ANHA


Mijarên Din