'Bi hevgirtina pêkhateyên em ê pilan û komployên dagirkeriyê têk bibin'

Pêkhateyên navçeya Tirbespiyê ya herêma Cizîrê piştrast kirin ew li dijî komployên gelên herêmê dikin armanc disekinin.

Şêniyên navçeya Tirbespiyê bi dirûşmeya"Em dawî li dagirkeriyê bînin û parastina nirxên şoreşa xwe bikin" xwepêşandanek li dar xist û tê de tecrîda dewleta Tirk li ser rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye û êrişên Tirkiye li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û banga derxistina artêşa Tirk ji xaka Sûriyê kir.

Xwepêşandan ji pêşiya Navenda Kongreya Star a li rojhilatê navçeya Tirbespiyê dest pê kir û ber bi kolana giştî ve çû. Beşdaran pankartên bi nivîsên"Em ê dawî li dagirkeriyê bînin û komployan bisekinînin" û"Em dagirkeriyê têk bibin û parastina nirxên şoreşa xwe bikin" rakirin.

Her wiha beşdaran di meşê de wêneyên Abdullah Ocalan rakirin û banga rakirina tecrîda ku desthilata Tirkiye ji beriya 5 salan ve ferz kiriye rakin, di heman demê de beşdaran tekez kirin ku rêber Ocalan rêya azadiya gelên herêmê ronî kir.

Beşdarên Kurd, Ereb, Suryan û Êzidî li pêşiya Meclisa Navçeya Tirbespiyê sekinîn û li wir meş veguherî mîtîngê. Di mitîngê de, Hevserokê Meclisa Tirbespiyê Abdullrehîm Hiso axivî û da zanîn ku gelek dewletan hevkariya Tirkiye kir û li dijî rêber Abdullah Ocalan komplo pêk anî û di şexsê rêbertî de xwestin vîna gelên herêmê bişkînin.

ꞌKES NIKARE ROJA ME TARÎ BIKEꞌ

Abdullrehman Hiso piştrast kir ku tevahiya pêkhateyên herêmê li dijî komployên gelên herêmê dikin armanc disekinin û wiha axaftina xwe dewam kir:"Gelên herêmê dê her tim bi slogana"Tu kes nikare roja me tarî bike" banga azadiya rêber Ocalan bike."

Abdullrehman Hiso di dawiyê de diyar kir ku dewleta Tirk li pêşberî çavên cîhanê bi van komployan hewldana zindîkirina xewna Osmaniyên dagirker dike, lê belê bi saya hevgitina Kurd, Ereb, Suryanan ew ê plan û komployên dewleta Tirk a dagirker têk bibin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din