Bi hevkariya şaredarî û komînan şênî parastina zeviyên xwe dikin

Şaredariya Gel a Mergedayê bi hevkariya komînan komîte ji cotkar û şêniyan ava kir da ku parastina zeviyên xwe bikin.

Bi destpêkirina mewsima çinînê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, zeviyên çandiniyê wek sala derbasbûyî rastî xetereya şewitê tên. Ji ber wê jî Şaredariya Gel a bajarokê Mergedayê bi hevkariyan komîn û cotkaran ji bo parastina zeviyan di nava xebatê de ne.

Ji bo şewatên sala derbasbûyî dubare nebin, şaredariya gel bi hevkariya komîn û cotkaran komîte li gundan ava kirin û her komîteyek di nava gundê xwe de dê parastina zeviyên xwe bike.

Hevserokê Şaredariya Gel Elî El-Xişman wiha got: "Bi hevkariya şaredariyê û meclisa herêmî civîn bi komîn û cotkaran re hatin lidarxistin. Semîner der barê xetereya şewatê de hatin dayîn û şêwazên xweparastinê û çawaniya vemirandina şewatê hatin dayîn."

El-Xişman piştrast kir ku şaredarî li gorî derfetên xwe amade ye û sarîcên avê amade ne ji şewatan re.

(bx)

ANHA


Mijarên Din