Bi hewldana pêkanîna hevpeymanê re, Husiyan El- Hudeydiyê topbaran kir

Bi zêdebûna tevgera navneteweyî re, da ku hevpeymana Siwêd a derbarê Hudeydiyê de pêk bîne re, topbarana Husiyan li ser mal û taxên girêdayî  bajarê Hîsê, zêdetir bûye.

Erebiyê Net ser zimanê welatiyên herêmê ragihand ku bajarê Hîsê rastî topbaranê hat. Di encamê de yekser ziyanên topbaranê xuya kirin.

Her wiha hêzên Husiyan topbarana li ser herêma El-Cebeliyê ya girêdayî gerînendeya El-Tihêta berdewam kir û paşê gelek eniyên El-Hudeydiyê û  rojavayê peravê kirin armanca xwe.

Têkildarî mijarê çavkaniyên leşkerî ji roja Çarşemê ve li ser herêma El-Cebeliyê ya El-Hihêta û gerînendetiya Hîsê  êrîş berdewam in. Tevberên Hêzên Husiyan rêyên hevgirêdanê yên sereke şopandin û niha jî bi hûrgilî dişopîne.

Di vê derbarê de gurkirina asta şer gihaşt hindirê bajarê El-Hudeydiyê û di 22`ê Gulan`ê de nexweşxane kirin armanc. Di encamê de li her du qatên 2 û 3`yan şer rû da.

Di vê çarçoveyê de tevgera navdewletî di hewlek nû de ye, da ku hevpeymana Siwêd a têkildarî rewşa Hudeydiyê pêk bîne. Di vê derbarê de cîgirê serokê Yemenê Alî Hisin El-Ehmer bi serokê Komîteya Hevkariya ji nûve belavkirin û mîsyona  NY`yê ya li Hudeydiyê Michael Lawlessard civiya. Tê zanîn ku cîgirê serokê Yemenê piştî rojekê ji rûniştina bi nûnerê navdewletî Martin Griffith re, bi serokê komîteya hevkariyê re hevdîtin pêk anîye.

Di heman çarçoveyê de El-Ehmer  girîngiya pabendaiya Husiyan bi vekişandina ji benderên El-Hudeydiyê û pêkanîna hevpeymana Siwêd tekez kir.

Her wiha destnîşan kir ku da peywira serokê komîteya ji nû belavkirinê bi ser bikeve, perspektîf ji girûpa qada hikumî re hatin. Di nav van hevkarîyan de sererastkirina hemû şaştiyan û li gorî hevpemana Siwêdê, yesayên Yemenê û xalên ku di bendên navdewletî de ku girêdayî heman çarçoveyê ne hatine diyarkirin. Hevpemana Hudeydiyê têkeve meriyetê de.

Hêjayî bi bîr xistinê ku komên Ensarellah ên Husiyan di destpêka meha Gulana par de vekişandina ji yekanî ji benderên Hudeydiyê ragihandibû. Ev yek jî hikumeta Yemenê red kir û ev yek wekî "şanoyekê" didît.

(eh)


Mijarên Din