Bi hezaran binpêkirinên li Efrînê û êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin

Bi hezaran welatiyên Sûriyê li gundê Qereqozaqê hatin ba hev û bi mîtîngekê êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Başûrê Kurdistanê û binpêkirinên li Efrînê şermezar kirin.

Bi hezaran şêniyên ji herêmên Minbic, Tebqa, Reqa, Kobanê, Dêrazorê û Girê Spî ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk li ser herêmên parastinê yên Medyayê û binpêkirinên wê yên li Efrînê li gundê Qereqozanê yê Kobanê hatin ba hev û çalakiyek protesoyî lidar xistin.

Di mîtîngê de pankartên bi nivîsên "Ji dagirkeriya Tirk re na", "Bimre dagirkeriya Tirk û bijî biratiya gelan li Rojava û Başûrê Kurdistanê" hatin vekirin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Enwer Muslim axivî û got: "Gelê me hîna peyamên xwe yên diyar ji cîhanê re rêdike, dibêje ew ji bilî projeya netewa demokratîk a jiyana hevbeş tu projeyên din napejirînin. Em binpêkirinên Tirkiyê derheqê gelên Bakur û Başûrê Kurdistanê de red dikin. Lew re divê em têkoşîna xwe dewam bikin û dengê xwe bighînin qadên navdewletî û bêjin ji binpêkirinên Tirkiyê û bêdengiya navdewletî re êdî bes e."

Muslim bang li hikûma Iraqê û hikûmeta Başûrê Kurdistanê û civaka navdewletî kir ku helwestên xwe yên der barê êrîşên Tirkiyê de diyar bikin.

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm El-Qeftan jî di çalakiyê de axaftin kir, anî ziman, serdema desthilatdaran qediya û serdema jiyana azad, demokratîk û jiyana hevbeş destpê kir û got: "Ji desthilatdariya navendî re na, serdema dîktator û dagirkeran divê bi dawî bibe, divê hikûmeta Tirk hesabên xwe vegerîne û dagirkerin û binpêkirinên xwe yên derheqê gelê Sûriyê bi dawî bike."

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Minbic û Gundewarên wê Nezîfe Xelo destnîşan kir ku Erdodan dixwaze hêzeke terorê bi rêya çetayan ava bike û gefan li herêmên rizgarkirî dixwe û wiha domand: "Sekna me ya li vir ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirk li herêmên me ye. Piştî aramanî li herêmê pêk hat, Erdogan bi rêya çeteyên xwe hewl dide hêzeke terorîst ava bike, gefan li herêmên me yên rizgarkirî dixwe û bûye mîna şûrekî li sûtiyê gelên Rojhilata Navîn. Divê civaka navdewletî berpirsyartiya xwe ya li hemberî êrîûên hikûmeta Tirk li ser gelên me bîne cih û dagirkeriya Tirk li ser xaka me bi dawî bike."

Endmaa Meclisa Jinan a Reqay Xalya Kecwan jî axivî û destnîşan kir wekî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê êşa gelên Başûrê Kurdistanê û Iraqê kişand û got: "Wan jî bi ciwanên xwe şerê terorê kirin û xaka xwe rizgar kirin. Dagirkeriya Tirk bi şerê taybet gefan li herêmên me yên rizgarkirî dixwe. Herî dawî dest bi şewitandina dixlûdanên şêniyan kirin da ku îradeya gelê me bişkîne."

Mîtîng bi axaftinan didome.

ANHA


Mijarên Din