Bi hezaran cenazeyên şehîd Amara, Gûneş û Mahir veşartin

Cenazeyê 3 şehîdên "Şerê Tinekirina Terorê" bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik hatin oxirkirin.

Bi hezaran welatiyên herêma Dêrik û Girkê Legê cenazeyê şervanên YPJ‘ê Bêrîvan Habeş (Amara Rojihat) û Gurbet Kaplan (Gûneş Botan) û şervanê YPG‘ê Firat Ataş (Mahir Amed) ên ku di Pêngava Bagera Cizîrê ya "Şerê Tinekirina Terorê" de şehîd bibûn, ji Nexweşxaneya Şehîd Hogir a bajarê Dêrikê wergirtin û ber bi goristana Şehîd Xebat Dêrikê ve oxir kirin.

Bi gihiştina goristanê re şervanan derbestên hevalên xwe li ser milê xwe kirin û li ser dika goristanê danîn. Li vir merasîsmek hate lidarxistin.

Merasîm bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Ji fermandarên YPG‘ê Mihyedîn Xêrkê axivî, sersaxî ji tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwest û anî ziman ku serkeftinên hatin bidestxistin berhemên xwîna şehîdan e.

Fermandarê YPG‘ê Mihyedîn Xêrkê soza rizgarkirina tevahî xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji dagirkeran da.

Di merasîmê de, ji rêveberên TEV-DEM‘ê Dilêr Rojhilat sersaxî ji gelên herêmê re xwest û got: "Berdêlê azadiyê giranbuha ye, keç û xortên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê teredudu berdêl dan û serkeftin anîn."

Piştre nasnameyên şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Malbatên şehîdan gotin ew bi şehadeta zarên xwe serbilind in û soz şopandina rêya wan dan.

Girseya gel cenazeyê şehîdan di nava dirûşmeyên "Şehîd namirin" de veşartin.

ANHA


Mijarên Din