Îro li ser bangawaziya Meclisa Kantona Efrînê bi hezaran şêniyên Efrînê meşiyan. Meş bi dirûşma Êdî bes e dagirkerî û tecrîd, dem dema rizgarkirina Efrînê û serok Apo ye li dark et.
Şêniyên Efrînê bi kurd, ereb û turkmenê xwe ve li ser rêya di navbera bajarokê Dêr Cimêl û gundê Ziyaretê yê kantona Efrînê kom bûn, şaxên zeytûnê, wêneyên şehîdnên Berxwedana Serdemê, şehîdên sivîl, rêber Abdullah Ocalan, alên Meclisa Malbatên Şehîdan û Tevgera Ciwanên Şoreşger û gelek pankert hildan.
Ruxmî barîna berfê û seqemê lê şênî ji wir heta Kampa Veger a li deriyê têketina gundê Ziyaretê meşiyan.
Li gund meş rawestî û veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de, hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Efrînê Şîraz Hemo, cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid, endama Koordînasyona Kongreysa Star a herêma Efrînê Eyşe Seydo axivîn.
Axaftvanan destnîşan kirin ku şêniyên Efrînê di nava kampan de û malên wêrankirî de, ruxmî şertên koçberiyê yên dijwar li ber xwe didin û bi vê berxwedana xwe, peyamekê didin civaka navneteweyî ku heta bajarê wan rizgar nebe, ew ê berxwedana xwe bidomînin.
Her wiha bang li şêniyên Efrînê kirin ku asta berxwedan û têkoşînê li hemberî dewleta Tirk a dagirker mezin bikin.
Axaftvanan da xuyakirin ku gelên herêmê bi saya fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan û projeya netewa demokratîk planên dagirkeriya Tirk têk birin.
Axaftvanan bang li tevahiya rêxistinên mirovî û Meclisa Ewlehiyê kirin ku bi rola xwe bilîzin û dewleta Tirk û çeteyên wê ji Efrînê derxin da ku şênî vegerin warên xwe.
Beşdarên meşê, bi sloganan berxwedana şêniyên Efrînê silav kir û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kirin.
(şx)
ANHA