Bi hezaran endamê HPC‘ê Hozan oxir kirin

Bi tevlêbûna bi hezaran kesî cenazeyê endamê Hêzên Parastina Civakî Hozan Elî  bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan hat veşartin.

QAMIŞLO

Endamê Hêzên Parastina Civakî (HPC) Hozan Elî 4‘ê kanûnê ji ber teqîna mayînekê bi erebeya  HPC‘ê ve li nêzî parka Helebça ya taxa Kornêş a bajarê Qamişlo şehîd bibû.

Li goristanê merasîmê bi rêzgirtin û turana leşkerî ji aliyê Hêzên Parastina Civakî ve dest pê kir.

Paşê bi navê Meclisa Kantona Qamişlo endamê meclisê Îsam Îbarhîm û bi navê Hêzên Parastina Civakî fermandar Ebdulwahid Mûsa axivîn

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwesetin û hate gotin ku têkoşer Hozan bi destpêka şoreşê re bê teredudu cihê xwe di eniyên pêş ên şer de li Rojava û Bakurê Sûriyeyê de girt.

Kesên axivîn soza şopandina rêya şehîdan dan.

Bavê şehîd Hozan Yûsif Elî  jî got: "Dijmin hewl dide bi hemû rêbazan maf û nasnameya me bicewisîne, ji berê vê yekê divê em yekitiya xwe xurt bikin û em amade ne ji bo vî gelê xwîna xwe feda bikin."

Nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Girseya gel cenazeyê şehîd di nava dirûşme û tîliyên dayikan spartin axê.

ANHA


Mijarên Din