Bi hezaran şehîd Mîtan Qamişlo spartin axê

Bi hezaran şêniyên kantona Qamişlo cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Colo Mihemed Sîrac Ebas (Mîtan Qamişlo) li goristana Şehîd Delîl Saroxan spartin axê.

Bi tevlîbûna bi hezaran şêniyên kantona Qamişlo û hêzên leşkerî, cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Colo Mihemed Sîrac Ebas (Mîtan Qamişlo) ê li Hesekê şehîd bibû bi merasîmekê li goristana Şehîd Delîl Saroxan hate veşartin. Di merasîmê de nasnameya şervana YPJ‘ê Nofa Hisên (Agirî Qamişlo) ya di 3‘yê Adara 2018‘an de li Efrînê şehîd bibû hate eşkerekirin.

Girseya gel cenazeyê şehîd Mîtan ku bi wêneyên wî û gulan hatibû xemilandin ji navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo girtin û ber bi goristana Şehîd Delîl Saroxan ve herikîn.

Li goristanê merasîmek bi deqeya rêzgirtina leşker ya YPG, YPJ û Hêzên Erka Xweparastinê dest pê kir. Paşê ji fermandarên YPJ‘ê Roya Qamişlo axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: " Şehîd xwedî piransîpên exlaq in, ji ber ne her kes dikare ji bo gel û axa xwe giyanê xwe bike berdêl. Divê em wefedarên şehîdan bin û têkoşîna wan dewam bikin û destkeftiyên bi xwîna wan hatin bidestxistin biparêzin."

Bi navê hêzên leşkerî ji fermandarên YPG‘ê Çiya Koçe axivî, di kesayeta şehîd Mîtan û Agirî hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û soza şopandina rêya şehîdan nû kir.

Bi navê malbata şehîd Mîtan, birayê wî Mehmûd Sîrac anî ziman ku ew bi şehadeta birayê xwe serbilind in, ji ber rêya şeref û rûmetê pejirand. Birayê şehîd soz da ku ew ê layîqî şehadetê bin û têkoşîna wî dewam bikin.

Piştî axaftinan Meclisa Malbatên Şehîdan nsanemaya şehîd Mîtan xwendin û nasnameya şervana YPJ‘ê Nofa Hisên (Agirî Qamişlo) ya di 3‘yê Adara 2018‘an di berxwedana Efrînê de şehîd bû eşkere kir û nasnameyên herdu şehîdan radestî malbatên wan kir.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd Mîtan Qamişlo spartin axê.

ANHA


Mijarên Din