Bi hezaran şêniyên Cizîrê herikîn bin konê sersaxiyê yê şehîd Diyar Xerîb

Îro bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê herikîn bin konê sersaxiyê yê şehîd Diyar Xerîb  ku li stada Kornîş a bajarê Dêrikê hatiye vedan.

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê merasîma sersaxiyê li stada Kornîş a Dêrikê organize kir.

Bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê li navenda Şehîd Bawer a Ciwanan a Dêrikê kom bûn û piştre berê xwe dan konê sersasxiyê.

Li stadê beşdaran deqeyek rêzgirtin girtin. Piştî wê endamê Kongreya Îslamî ya Demokratîk Şêx Mihemed El-Qadrî axivî û sersaxî ji malbata şehîd Diyar, hevalên wî û gelê Kurd re xwest.

Beşîr Êzidî bi navê Meclisa Rêveberiya Şengalê ya Ewropayê got: "Em xiyaneta PDK`ê û hewldanên wê ji bo pêkanîna armancên dagirkeriya Tirk şermezar dikin."

Êzîdî bang li gelê Kurd û hêzên wî yên siyasî kir ku yekitiya xwe ava bikin û kongreya neteweyî ya Kurdistanê li dar bixin ji ber ku dikeve xizmeta gelê Kurd. Her wiha banga muhesebekirina xayînên ku alîkariya dagirkeran dikin, kir.

Piştre bi navê gelê Suryan Mûra Melkî axivî û sersaxî ji malbata şehîd şû gelê Kurd re xwest û got: "Osmaniyên nû mîna bavûkalên xwe ne, ji bilî kînê li hember tevahiya pêkhateyan tiştek di dilê wan de tine ye û pêkanîna komkujiyên hovane li ser gelên herêmê de didomînin. "

Nûra wiha domand: "Dagirkeriya Tirk nikarî gelên herêmê tune bike, ji ber ku em bi fikr û felsefeya biratiya gelan û xwîna şehîdan ve girêdayî ne. Şehîdên ku êdî ji nifşan re bûne minaret."  Nûra bang li meclisa ewlehiyê û NY`î kir ku Erdogan dadgeh bikin û wî ji ber komkujiyên der heqê gelên herêmê de pêk anîne, weke sûcdarek şer bihesbînin.

Her wiha gelek axaftin bi navê PYD, Meclisa Malbatên Şehîdan, Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê, Meclisa Til Hemîs û Til Birakê hatin kirin. Axêveran pêwîstiya mezinkirina têkoşînê û şopandina rêya şehîdan heta rizgarkirina tevahiya xaka dagirkirî tekez kirin.

Piştî bidawîbûna axaftinan, sinevizyonek girêdayî dîrok û jiyana şehîd Diyar Xerîb hate pêşendan.

Merasîma sersaxiyê bi tilîliyên dayîkan û berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(şx)

ANHA


Mijarên Din