Bi hezaran xwendekaran banga hesabxwestina ji Erdogan kirin

Xwendekarên taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi meşekê komkujiyên dewleta Tirk a dagirker a li dijî zarokan şermezar kirin û banga hesabxwestinê ji Erdogan kirin.

Li ser bagna Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk şaxê bajarê Helebê, bi hezaran xwendekarên taxa Şêxmeqsûdê bi slogana"Em zarok ji bo jiyanê hatine dinê, ne ji bo tu çekên li hemberî me bi kar bîne" li dijî komkujiya ku artêşa Tirk li dijî sivîlên Tilrifetê daketin qadan.

Xwepêşandêran wêneyên zarokên di komkujiyê de bûn qurban û pankartên bi zimanê erebî û kurdî yên bi nivîsên"Zarokan nekin qurbaniyên şerên xwe, ji mafên me ye em bijîn, pêşerojê nekujin û kêfxweşiya zarokên vegerînin"rakirin. 

Xwendekar li pêşiya dibistana Alan Mihemed a ku dikeve taxa şehîd Gelhad kom bûn û ber bi kolanên sereke yên taxê ve çûn, paşê li çerxerêya şehîd Destîna rêz girtin û daxuyanî bi zimanê erebî ji aliyê xwendekara bi navê Yasmîn Koşan ve  hate xwendin.

Daxuyaniya xwendekarên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê wiha ye:

"Va ye li ser rû erdê em dibine qurban, giriyên dayîkan çavan dişewitînin û erd amadekariyên hembêzkirina cenazeyên me dike.

Zaroktiya me dimire û bêgunehiya me qetil dibe, ey sûdarno çi gunehê me ye? Gelo tenê ji em zarok in têne qetilkirin, an ji ber em kulîlkên wetlêt in hun ji me ditirsin?

Em ji komkujiyên we natirsin, tişte we ji me xwest qetil bikin, ey faşîstê tirkî-osmanî em zarokên Sûriyê ne me gelek şehîd dane, ji ber vê yekê ji terora we natirsin.

Lê belê hûn xwedanê wîjdanê cîhanî û xwedanê biryaran em ji were dibêjin, em narevin, bedena me dê bibîne gulên ku bêhnê welêt xweş bike, ji ber vê yekê êdî em ji were dibêjin, hovîtiya osmanî ku zaroktiyê qetil dike û xaka dagir dike rawestînin, ev sûcên şer in.Bi navê zarokan em bang li we dikin ku hun sûcdarên şer darizînin, ji ber liyaqî cezayê ye."

Di dawiyê de xwepêşandan bi sloganên "Berxwedan jiyan e" û "Na ji komkujî û sûcên şer re" bi dawî bû.

(eh)

ANHA


Mijarên Din