Bi hêviya vegerê her roj ji dûr ve li gundê xwe yê dagirkirî temaşe dike

Apê Îsmaîl her roj bi qasî 3 km jê dûr, li hemberî gundê xwe Cilbirê yê dagirkirî rûdine û lê temaşe dike. Apê Îsmaîl nikare nêzî darên xwe yên zeytûnê jî bibe. Lê bawer dike ku bi yekitiya gelên herêmê dê dagirkerî bi dawî bibe.

Apê Îsmaîl Hisên ji pêkhateya Ereb e û ji 70 salan ve li gundê Tinibê yê girêdayî navçeya Şêrawa yê li başûrê rojhilatê Efrînê bi cih bûye. Apê Îsmaîl di warê çandiniyê de dixebite, bi taybet darên zeytûnê.

Ji destpêka şoreşê ve gelek caran ji gundê xwe koçber dibe û li bajarê Efrînê tevî zarok û neviyên xwe bi cih dibe. Lê piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 18`ê Adara 2018`an de Efrînê dagir dikin, vedigere gundê xwe. Gundê wî li nêzî gundên Efrînê yên dagirkirî ye, li başûrê rojhilatê Efrînê.

Apê Îsmaîl li koşeya başûr a gund û nêzî gundê Cilbirê dimîne û ji 3 km’yan ve li gund temaşe dike.

Piraniya malên gund wêran bûne û dagirkeriya Tirk tê de dîwarê parçekirinê lê dike, heya bigihîje gundê Basilê û piştre gundê Kîmarê li aliyê başûr.

Tevî wê jî gundê Tinib dem bi dem rastî topbarana çeteyên dagirkeriya Tirk ji paş dîwarê parçekirinê ve tê, da ku wan gundan ji şêniyan vala bikin.

Îsmaîl Hisên xwedî hezar darên zeytûnê ye. Darên wî dikevin herêma di navbera her du gundên Tinib û Cilbirê de. Ji dema ku artêşa Tirk a dagirker gundê Cilbirê û gundên derdorê dagir kirine, ew nikare biçe nav zeviyên xwe û bixebite.

Apê Îsmaîl ji ajansa me re behsa lêkirina dîwarê parçekirinê kir û dest bi nalînê ji ber rewşa Efrînê li gel bêdengiya navdewletî kir.

Apê Îsmaîl li gundê dagirkirî dinêre û dibêje: "Xwedê heq winda nake û dê her zalimek û dagirkerekî  muhasebe bike."

Apê Îsmaîl di nav gotinên xwe de behsa têkiliyên xurt di navbera her du pêkhateyên Ereb û Kurd ên niştecihên wan gundan de dike û çawa pergalan hewl dida fitne û tevliheviyê di navbera gelê Sûriyê de belav bikin.

Apê Îsmaîl wiha domand: "Tirkiye dewleteke dagirker e, derbasî xaka me bû, parçe kir û gelê wê koçber kir. Gelo em dê çi ji Tirkiyê, ji bilî wêranî, kuştin û talankirinê hêvî bikin?"

Apê Îsmaîl bi hêviyeke mezin ku dê bi yekitî û berxwedana xwe dagirkeriyê bi dawî bikin, dijî.

(şx)

ANHA


Mijarên Din