Bi karên xwe rêgeza xwetêrkirinê pêk tînin

Bi giyanê hezkirin û dostaniyê 3 jin di kooperatîfeke biçûk de li bajarokê Tenûriye girêdayî bajarê Qamişlo nobedê digirin û hewl didin rêgeza xwetêrkirinê di civakê de pêk bînin.

Komîteya Aboriya Jinan a girêdayî Kongreya Star di 1`ê Sibatê de koopertîfeke biçûk ji 3 jinên bajarokê Tenûriye yê girêdayî bajarê Qamişlo yê herêma Cizîrê re vekirin. Komîteyê bi armanca ku jin rêgeza xwetêrkirinê pêk bînin, kooperatîfek vekir.

Di kooperatîfê de her sê jin nobedariya xwedîkirina pez dikin. Her sê jin karê xwe organîze kirine û bi hev re alîkar in.

Serê sibehê jin hişyar dibin, axurê paqij dikin, piştre pez êm dikin, didoşin û şîr radikin sûkên bajarok da ku bifiroşin. Jina bi navê Xedîce Elûş ku di kooperetîfê de şirîk e,  wiha dibêje: "Armanc ji kooperatîfê ew e ku em rêgeza xwetêrkirinê ji xwe re pêk bînin û aboriya jinan bi pêş bixin. A herî girîng afirandina giyanê hevkariya giştî di navbera jinan de ye."

Girêdayî pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê Xedîce got: "Em berhemên pez di sûkên bajarok de difiroşin, bi vê yekê em rêgeza xwetêrkirinê ji xwe re peyda dikin."

Xedîce tevahiya jinan teşwîqî tevlêbûna kooperatîfan kir.

Endama rêveber a Komîteya Aboriya Jinan a navçeya Rojhilat (El-Şerqiye) ya bajarê Qamişlo Evîn Resûl diyar kir ku armanc ji vekirina projeyên taybet ji bo jinan ew e ku giyanê hevkarî, dostanî û hezkirinê di navbera jinan de biçînin û asta aboriya jinan bi pêş bixin û wiha domand: "Armanca din jî jin xwe bi xwe bêyî alîkariya tu kesî pêdiviyên xwe peyda bikin."

Ev kooperatîf, kooperatîfa sêyemîn e ya taybet bo jinan e. Ya yekemîn xwaringeh e û duyemîn parkeke giştî bû.

(şx)

ANHA


Mijarên Din