‛Bi keda şehîdan em ê bigihîjin ewlehiyê’

Şêniyên kantonên Şehba û Efrînê di sersaxiya malbata şehîd Zinar Amed de destnîşan kir ku dê bi kedên şehîdan bigihîjin ewlehiyê û piştrast kir ku têkoşîna gel û vîna wî planên li dijî gel têk birin.

Meclisa Malbatên Şehîdan konê sersaxiya şervan Mislim Korcî (Zinar Amed) ku di 9’ê Adara vê mehê de di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû, li gundê Babinis ê girêdayî navçeya Ehdas a kantona Şehbayê vegirt. Kon bi kulîlk, wêneyên rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan, alên YPJ û YPG’ê hat xemilandin.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Cemîl Birîm axivî û wiha got: "Bejna xwe li beramber tevahî şehîdên azadî, şehîdên têkoşînê jê jî şehîd Zinar Amde ditewînin. Her wiha berxwedana li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewama serhildana Qamişlo ye.”

Li aliyekî din jî endama rêveber a Kongreya Star a kantona Efrînê Zêneb Xelîl wiha da zanîn: "Di dîrokê de gelek komkujî li dijî Kurd û pêkhateyên dîtir ên li herêmê pêk hatine. Lê belê gel di berxwedan û têkoşîna ji bo azadiyê de berdewam e."

Zêneb di dirêjahiya axaftina xwe de wiha domand: "Di vê mehê de, meha Adarê dewleta Tirk û çeteyên wê Efrînê bi hedefa têkbirina vîna gel û têkoşîna wê dagir kir. Lê belê negihîştin armancên xwe. Ji ber ku gel îro xwediyê vîna bihêz e û gelek qurbaniyên mezin di oxira azadî û demokratiyê de daye. Em dikarin bêyî zarokên xwe bijîn, lê nikarin bêyî rûmetê bijîn."

Endamê Meclisa navçeya Ehdas Heyder Şêxo jî wiha anî ziman: "Şehîd ji tevahî kesên di gerdûnê de paqijtir in, bi saya wan dê azadiyê bi dest bixin û bigihîjin ewlehiyê."

Piştî wê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Irobe Ebid wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbatê kir.

Merasîm bi dirûşmên silavkirina şehîdên Berxwedanên Serdem û Rûmetê bi dawî bû.

Meclisa Malbatên Şehîdan konê sersaxiyê yê her du şehîdan Xelîl Osman (Êriş Efrîn) û Îbrahîm Îsmaîl (Gîvara Efrîn) ku di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn, li gundê Ziyaretê yê girêdayî navçeya Şêrawa veda.

(fr)

ANHA


Mijarên Din