Bi kevçiyan bîranînên hevalên xwe ji bin enqazan derxistin

Komek ji ciwanên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye tiştên taybet ên şehîdên YPG û YPJ`ê yên ku ji bo parastina taxê şehîd bûne, bi kevçiyan ji bin enqazan derxistin da ku li gel wan wek bîranîneke ji şehîdan bimîne.

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê di navbera salên 2013-2016`an de rastî hovanetirîn şeran hatin û li gel dorpêçê ji tevahiya aliyan ve,  li hember êrîşên çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirk li ber xwe da.

Di 16`ê Sibata 2016`an de komên çete yên dagirkeriya Tirk êrîşên xwe li dijî taxê zêde kirin û tevahiya cureyên çekên giran û li ser asta navdewletî qedexekirî bi kar anîn wekî gaza klorê. Tevî berdewamkirina êrîşan di dirêjahiya 7 mehan de lê ji ber berxwedana şêniyan û şervanên YPG û YPJ`ê çeteyan nikarîn derbasî taxê bibin.

Şehîd Canda Welat di 3`yê Sibata 2015`an de di encama hedefgirtina balafirên rejîma Sûriyê de avahiya ku lê bi cih bûbû li Seken Şebabî, şehîd dikeve. Ji ber wê ew avahî bi navê wê tê binavkirin. Piştre ew avahî dibe nuqteya şervanên YPG`ê. Di êrîşa çeteyan de li ser avahiyê 5 şervanên YPG û YPJ`ê di avahiyê de bi cih bûbûn. Şervan li ser şer heya dawiyê soz didin hev û dest ji cihê xwe bernadin. Di encama şer de 2 şervan şehîd dikevin û 3 jî birîndar dibin.

Şervanên ku şehîd bûne ji bin enqazan hatin derxistin, lê tiştên taybet ên wan di binî de dimînin. Piştî  ku êrîş rawestîn 5 şervan bi însiyatîfa xwe dest bi vekolandinê dikin da ku tiştên taybet ên şehîd Xemgîn Zîlan û Xelîl derxin.

Di vekolandinê de her 5 şervan, yek ji wan re piştre şehîd dikeve, kevçî û tiştên biçûk ji text û hesin bi kar tînin da ku tiştên şehîdan derxin. Şervanan bi baldarî piştî ku bermahiyên derdora 6 kamyonan bi destên xwe derdixin, dikarin eşyayên hevalên xwe derxin.

Di dirêjahiya mehekê de li şerpa şehîd digerin

Şervan Emîn Gabo yek ji wan 5 şervanan e girêdayî mijarê ji ajansa me re axivî û got: "Hevalên me piştî şerên 3 rojan şehîd ketin. Piştî çenda rojan me bi destê xwe bêyî alav an jî tîmên taybet cenazeyên wan derxistin. Lê me nikarî tiştên wan ji ber berdewamkirina şer derxin."

Emîn Gabo wiha domand: "Piştî 7 mehan ji şerên dijwar me karî dorpêça ku li ser taxan hatiye ferzkirin, bişikînin û çeteyan têk bibin. Hema em vegerîn avahiyan û bi amûrên biçûk me dest bi vekolandinê kir da ku tiştên şehîdan mîna çek, rext, bîrnameyên hevalan û gelek tiştên din derxin."

Emîn Gabo bi bîr xist ku hevalekî wî ku pir nêzî şehîd Xemgîn Zîlan bû, her tim li şerpa wî digerî. Piştî lêgerîna mehekê şerpê dibîne û li gel xwe wek bîranîn dihêle.

Piştî salekê ji derxistina tiştan, komê beşek ji eşyayên şehîdan ên ku derxistine mîna şerp, lepik û telefon radestî malbatên şehîdan kirin û beşek jê danîn pirtûkxaneya şehîdan. Pirtûkxaneya şehîdan di parka 4`ê Nîsanê de ya ku bi navê Parka Serok Apo tê naskirin, wek pêşangeha bîranîna şehîdan hate vekirin. Tiştên ku şervanan radestî pirtûkxaneyê kirine ev in; saeta şehîd Xemgîn, parçeyek ji cilên wî, guleyên vala, pênûs û lênûskên her du şehîdan.

Emîn Gabo tekez kir ku armanca wan ji vekolandinê parastina tiştên hevalên wan e û ji ber ku li ber dilê wan pir biha ne.

Her wiha ne tenê ev kom li tiştên şehîdan geriyan, lê belê gelek şervan bi vê însiyatîfê rabûn û bîranînên hevalên xwe ji bin enqazan derxistin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din

Ebdî, Boris pîroz kir