Bi komikên biçûk koçberên Efrînê cejna Newrozê pîroz kir

Koçberên ji Efrîna dagirkirî qadên malên xwe, gir û zevî kir cihê pîrozkirina şahiya Newrozê, lê dîsa jî bi awayekî belavbûyî pîroz kir û biryarê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bin pê nekirin.

Koçberên ji Efrîna dagirkirî da ku biryara Rêveberiya Xweser a qedexeya kombûnê bin pê nekin, qadên malên xwe, zevî û gir kirin cihê pîrozbahiya cejna Newrozê.

Bi boneya cejna Newrozê vê sibê koçberên Efrîna dagirkirî derketin nava zevî û ser giran.

Ji ber belavbûna vîrusa Koronayê şêniyan şahiya Newrozê pîroz nekir, lewma her malbatek bi serê xwe derket û govend li ber stranên şoreşgerî gerand.

(eh)

ANHA


Mijarên Din