Bi komên nû û çalakiyên cûda Mîhrecana Zarokan didome

Bi tevlîbûna komên nû û çalakiyên cûda 5‘emîn Mîhrecana Zarokan di roja sêyemîn de li ser dika navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran didome.

5‘emîn Mîhrecana Zarokan a bi dirûşma "Em zarok simbilên jiyanê ne" di roja xwe ya sêyemîn de li ser dika navneda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan berdewam dike.

Bi sedan şêniyên herêma Cizîrê amade bûn.

 Koma Kulîlkên Koçerat a girêdayî herêma Koçerat govendên folklorî gerandin.

Piştre koma Kulîlkên Kurdistanê stranên folklorî, koma Koçerat şanoya "Diziya milk", koma Zarokan a Til Hemîsê govendên û stran pêşkêş kirin.

Çalakiya roja sêyemîn a mîhrecanê bi stranan ji aliyê koma Qamişlo û koma Saz û Awaz bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din