Bi merasîmeke girseyî şehîd Berxwedan Întîqam hate veşartin

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şehîd Berxwedan Întîqam ê ku di bersivdayîna êrişên hêzên dagirker li ser navçeyê Til Temirê şehîd bibû, spartin axê. Di merasîmê de şehadeta şervanê QSD‘ê Dilyar Akif hate ragihandin

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanê QSD‘ê Beşar El-Mûsa (Berxwedan Întîqam) ji Meclisa Malbatên Şehîdan a bajêr wergirtin û bi kerwanekê ji dehan erebayan pêk dihat ku bi wêneyên şehîd hatibû xemilandin berê xwe dan goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin li gel torana leşkerî ya şervanên QSD‘ê dest pê kir. Piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Birak Weed El-Ilêwî axivî. Weed sersaxî ji malbatên şehîdan û şervanên QSD‘ê re xwest û got: "Ew hêza xwe ji şehîdan digirin, şehadet hêza me neşkîne. Şehîdên me wê tim di bîra me de bin."

Bi navê Meclisa Leşkerî ya Hesekê Hisên Selmo jî axivî, bal kişand ser êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê û got: "Bi saya şehîdên me dikarî êrişa bibersivînin. Wekî Hêzên Sûriya Demokratîk em ê şopdarên rêya şehîdan bin."

Piştre, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Rojda Ehmed nasnameya şehîd Berxwedan xwend û radestî malbatê kir. Her wiha şehadeta şervanê QSD‘ê Mehmûd Osman(Dilyar Akif) ê ku li Serêkaniyê di çarçoveya Berxwedana Rûmetê de şehîd bû, ragihand.

Girse, cenazeyê şehîd Berxwedan Întîqam di nava durşme û tilîliyên dayikan hate veşartin.

ANHA


Mijarên Din