"Bi naskirina çanda me Êzidî bi zimanê dayîkê, xeyalê me pêk hat"

Îro Mala Êzidî ya herêma Cizîrê yekemîn dewreya perwerdeya ol û çanda Êzidî li navçeya Tirbespiyê vekir, bi wê gavê xeyalê Êzdiyan ku çend sale li benda wêne pêk tê.

Bi sponserya mala Êzidî ya herêma Cizîrê îro li şaxê Tirbespiyê yekemîn dewreya perwerdê ji 40 Êzidiyên ji hemû temenan hate vekirin, da ku perwereya ola Êzidî û çanda wan bi navê şehîd "Lava Cendo" şervana Êzidî di nav refên HPG`ê ku di 30`ê Îlona 2018`an li çiyayên Kurdistanê şehîd bû, rakir.

Buroya kar û barê Olan a herêma Cizîrê pirtûkek taybet ji bo pêkhateya Êzidî bi navê "Êzîdiyatî" bi zimanê Kurdî amade kir, pirtûk der barê  ayînên ola êzdayetiyê û erkên ser Êzidiyan dikeve û çanda û adetên wan.

Li gorî komîteya perwerdeyê ya ji 5 endamên ji Mala Êzidî, diyar kir ku mafê hemû Êzidiyên ji 7 salî û jor ve heye ku beşdarî perwerdeyê her temenekî hatiye diyarkirin,  bibin.Beriya vekirina dewreyê, endamên komîteya perwerdeyê ji dewreya perwedeyê derbasî perwerdeya pirtûka "Êzîdtiyetî" bûn.

Endamê komîteya perwerdê Nesîm Şemo ku çeteyên DAIŞ`ê û dijminê pêkhateya Êzidî plan kirin di 3`ê Tebaxa 2014`an êrîşî Şengalê bikin û hebûna Êzidiyan û çanda wan rabikin , Şemo wiha got: "Em dibêjin ku ola Êzidî heye û tiştê me xeyal kir pêk hat, em niha bi zimanê xwe yê dayikê ol û çanda xwe didin zarokên xwe, bi wê yekê me hemû plan û armancên fermanên 73 vala derxist."

Cara yekê em ayîn û çanda xwe dixwînin

Hevseroka Mala Êzidî ya herêma Cizîrê Leyla Ibrahîm diyar kir ku ev roj rojeke dîrokî ye û wiha got: "Cara yekê ye em zarokên xwe fêrî ola Êzidî û pênasekirina wê û perwerdeya ayîn û çanda Êzidî didin."

Zaroka bi navê Sewsen Selo (11) ji navçeya Tirbespiyê ku beşdarî perwerdeyê bû, kêfxweşî û spasiya xwe ji kesên ku metryal amade kirin, kir û wiha got: "Em ê bi zimanê dayîkê fêrî ola xwe bibin."Mala Êzidî ya navçeya Tirbespiyê lênûs û pirtûk li hemû xwedekaran belav kir. Dema ku dewreya yekemîn bidawî bibe, dê dewreya duyemîn dest pê bike û mafê hemû Êzidiyan heye beşdar bibin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din