Bi nêzbûna cejnê re pêla şêniyan li sûkên Reqayê

Bi nêzbûna cejna Remezanê re sûkên Reqayê bi şêniyan tijî bûye da ku pêdiviyên xwe yên cejnê bikirin. Li ser rûyê şêniyan jî şadî û kêfxweşî diyar e û li rexê zêdekirina bergiriyên ewlehiyê ji hêla Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve ji bo parastina şêniyan jî heye.

Bajarê Reqayê xwe amade dike ku cejna Remezanê ya duyemîn piştî rizgarkirinê ji çeteyên DAIŞ’ê pêşwazî bike. Ev cejn jî cihêrengiyeke xwe ji cejnên di ser bajarê Reqayê re derbas bûne re ji hêla hejmara şêniyên li sûkên bajêr, heye. Li aliyekî din jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn û polîsên Trafîkê erka dabînkirina parastinê, rêxistina tevgera çûn û hatinê pêk tînin da ku bûyerên trafîkê û rewşên ewlehiyê rû nedin.

Di vê çarçoveyê de ajansa me ANHA’yê di nava sûkê de hin hevpeyvîn kirin. Şêniya bi navê Wezne Ehmed kêfxweşiya xwe bi nêzbûna cejna Remezanê re wiha anî ziman: "Cejna îsal ji yên berê pirî baştir e ji ber sedema têkbirina çeteyên DAIŞ’ê li bajêr. Vê jî nedihişt li nava sûkan di rojên cejnê de bigerin."

Têkildarî mijarê Fatme Ehmed jî wiha raber kir: "Ev cejn ji yên dîtir cudartir e, ji DAIŞ û hovîtiya wan rizgar bûn. Niha jî jin li sûkan digerin bêyî ku tu kes lêpirsîn bike. Di vê cejnê de em li nava sûkan digerin me gotina "Serçavên xwe bigire" anku çav û rûyê xwe bi paçikên reş bigire, nebihîst.”

Fatme diyar kir ku bi nêzbûna cejnê re bihayên cilan hinekî zêde bûye û bi wê re jî dê bandor li xwediyên ku nikarin kincan ji zarokên xwe re bikirin, bike.

Li rexê jî leşkerên nenas (karkerên paqijiyê) bi şev û roj da ku tax û kolanên Reqayê paqij bin, dixebitin. li aliyekî din jî rola polîsên Trafîkê ku tevgera çûn û hatinê di dema dagirtina sûkan de ji şêniyan bi rêxistin dike, ji bîr nekin da ku bûyerên trafîkê rû nedin û parastina ewlehiya şêniyan jî bê kirin.

Komîteya Zabîteyê ya Şaredariya Gel a Reqayê bi nêzbûna cejnê re, çavdêriyê li ser biha û girtina danayên demborî dike. Karê wê jî bi rasthatina cejnê re ji çavdêriya li ser sûkan, zêdetir bûye.

Ji aliyê xwe ve jî endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê Ehmed Xelef wiha axivî: "Me gelek tedbîrên ewlehiyê girtine. Dê bendên kontrolê di hundirê bajêr de da ku di dema derketina bûyerên ku derbeyan li elwhiya bajêr bidin, zêde bibin. Ji wê jî zêdetir, zêdekirina dewriyeyên trafîkê ji bo hêsankirina tevgera çûn û hatinê, bi taybet di vê cejnê de ji ber a yekemîn piştî têkbirina çeteyên DAIŞ’ê ji hêla leşkerî ve, dê pêk bên.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn derbasbûna erebeyan ji kolanên Til Ebyed û Quwetlî ji ber zexmiya şênî û tengbûna kolanê, qedexe kiriye.

(fr)

ANHA


Mijarên Din