Bi piransîpên edaleta civakî 399 pirsgirêk hatin çareserkirin

Komîteyên Lihevanînê yên meclis û komînên bajar û gundewarên Minbicê bi piransîpên edaleta civakî tevdigere û bi hemû hêza xwe hewl dide pirsgirêkên civakê çareser bike. Komîteyan ji destpêka sala 2019`an heta meha Hezîranê 399 doz çareser kirin.

Ji bingehê jiyana hevbeş û biratiya gelan û bi armanca rêxistinkirina civakê û tinekirina nakokiyan komîn hatin avakirin. Komîn şaneya herî biçûk a rêxistinkirina civakê ye, ku bi rêya wê civak bi xwe xwe bi rêve dibe, pêwîstiyên xwe bi cih tînin û nakokiyan çareser dike. Komîn ji gelek komîteyan pêk tê her komîteyek erka xwe ya taybet heye, jê komîteya lihevanînê heye ku li ser dozên civakê disekine û çareser dike.

Li bajar û gundewarên Minbicê jî piştî rizgarkirina xebatên rêxistinkirina civakê bi avakirina komînan destpê kir.

Endamên komîteyên Lihevanînê yên girêdayî meclis û komînên bajar û gundewarê Minbicê piştî hatin avakirina dimildest dest bi karê xwe kirin.

Li gorî daneyên rêveberiya xetên bajar û gundewarê Minbicê (2 Mecils li bajarê û 6 li gundan), komîteyên lihevanînê yên komîn û meclisên bajar û gundewarên Minbicê ji destpêka sala 2019‘an û heta Hezîranê derdora 663 doz pêşwazî kir, jê 399 hatin çareserkirin û 153 di lêkolînê de ne, her wiha 111 radestî dadgehê hatin kirin.

Hevserokê Komîteya Lihevanînnê ya Meclisa Gundê Ebû Qelqel, Hisên El-Elî Bin Mihemed diyar kir ku komîteyê wan ji destpêka sala 2019‘an heta vê mehê (Hezîranê) 82 pirsgirêk pêşwazî kirine, jê 64 çareser kirin, 9 di lêkolînê de û 9 radestî Dîwanê Edaletê hatin kirin. Hisên destnîşan kir ku komîte di çareserkirina pirsgirêkan de xwe dispêra belge û delîlan, her wiha diyar kir ku ew ê erka xwe bi rêk û pêk bi cih bînin.

Der barê mijarê de, Hevserokê Komîteya Lihevanînê ya Meclisa Xeta Xerbî (Xeta El-Berîd) ya bajarê Minbicê Recep Mihemed Elûş li ser xebatên komîteyê teqez kir ku komîteyê pêşwaziya 193 dozên cur be cur kiriye, jê 113 ji aliyê Komîteya Lihevanînê ya meclisê ve hatin çareserkirin, 48 doz di lêkolînê de ne û 32 doz radestî Dîwana Edaletê kirin.

Komîteya Lihevanînê ya Meclisa Xeta Rojhilat (Xeta Rêya Cizîrê) ji destpêka salê heta navîna  Hezêranê pêşwaziya 198 dozan kiriye, ji wan dozan 105 doz çareser kir, 51 doz di lêkolînê de ne û 42 doz radestî Dîwana Edaletê kirin. Komîteya Lihevanînê ya Meclisa Xeta Rojhilatê pêşinyar kir ku hejmara endamên komîteyê zêde bike, da ku dikaribe hîna bêhtir dozan bêyî pêwîstiya Dîwana Edaletê çareser bike.

Komîteyên Lihevanînê yên komîn û meclisên bajarê Minbic û gundewarên wê di pêkanîna erkên xwe dewam dike û dozên têne gel li gorî rêziknameya  Komîteyên Lihevanînê çareser dike.

(jo)

ANHA


Mijarên Din