‘Bi pêkanîna ramanê rêbertî dê rê li ber planên derve bê girtin‘

Ehmed El-Qureyşî,bal kişand ser ramanê Rêber Abdullah Ocalan û got, bi pêkanîna ramanê rêbertî dê rê li ber planên derve were girtin û Sûriyeke demokratîk were avakirin.

Derbarê rola ramanê Rêber Abdullah Ocalan di çareserkirina krîz û dozên herêmî de berdevkê şêx û rûspiyên eşîrên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Ehmed El-Qureyşî ji ANHA‘yê re axivî.

Ehmed El-Qureyşî anî ziman ku ramanê rêbertî xizmeta berjewendiyên tevahî gelên Rojhilata Navîn dike û teyisadina rêgezê biratiya gelan a ku Ocalan bangî wê dike, dê Sûriyê ber bi demokrasiyê ve bibe.

El-Qureyşî bal kişand ser bandora siyasetên hêzên derve li Sûriyê û ev tişt anî ziman: "Beriya aloziya Sûriyê bandorên mezin ên rejîmên desthilat li eşîr û qebîl hebû, ku di navbera wan de nefretî diafirand. Di pêvajoya aloziyê de jî dewleta Tirk destwerdan kir ku gelê Sûriyê wekî pariyeke hêsan a daqurtandinê bi kar anî, her wiha beşek wekî çete ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bi kar anî."

El-Qureyşî bi domdarî got: "Di salên aloziyê de, me Partiya Yekitiya Demokratîk nas kir a ku bingeha xwe dispêra ramanê Ocalan. Bi saya ramanê Ocalan şêniyên taxa Şêxmeqsûdê li hemberî êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker bûn yek û serkeftin ragihandin."

Ehmed El-Qureyşî îşret bi rêgeza biratiya gelan a ku Rêveberiya Xweser bingeh ji xwe re girtiye û got ku ev rêgez xwedî wateyek mezin û roleke girîng di avakirina Sûriyeke demokratîk de ye.

El-Qureyşî bi nava axaftina xwe de bal kişand ser serkeftinên ku şoreşa bakurê Sûriyê bi dest xistiye, rola pêşeng a di Şoreşa 19‘ê Tîrmehê de û got: "Jinan di her qadan de, roleke girîng lîstin û di qada leşkerî de, bi taybet di berxwedana Kobanê de pêşengtî kir."

‘BI PÊKANÎNA RAMANÊ OCALAN RE DÊ RÊ LI BER PLANÊN DEWLETAN WERE GIRTIN‘

Ehmed El-Qureyşî  destnîşan kir heger gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe ramanê Rêber Abdullah pêk bînin dê mafên xwe bi dest bixin û dê sînorek ji planên Tirkiyê û dewletên din ên çavê wan di Sûriyê de bê girtin.

Şêx Ehmed El-Qureyşî di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku Rêber Abdullah Ocalan di zûtirîn demê de were berdan û got: "Ez silavên xwe ji Rêber Ocalan re dişînim, em xwedê li ramanê wî derdikevin. Ramanê rêbertî ne tenê ji bo kurdan e, lê belê ji hemû gelên Rojhilata Navîn e. Lewra divê gelê Kurd û Ereb ji îdeolojiya hêzên derve rizgar bibin û li hemberî desthilatdaran biryara xwe ya xweparastinê bigirin."

ANHA


Mijarên Din