Bi pêxistina mûman: Şêniyên Herêma Firatê şehîdên Îlonê bi bîr anîn

Şêniyên Herêma Firatê şehîdên meha Îlonê, bi pêxistina mûman li ser gorên wan li goristana şehîd Dîcle ya başûrê bajarê Kobanê, bi bîr anîn.

Şêniyên Herêma Firatê li goristana şehîd Dîcle ya Kobanê ji bo bîranîna 229 şehîdên meha Îlonê yên ku di dîrok û deverên cuda de şehîd bûne, kom bûn.

Destpêkê endamê rêveberiya Akademiya Şehîd Emgîhan a herêma Firatê, Silêman Silêman axivî û destnîşan kir ku bi hezaran sal hewl didin nasnameya gelên herêmê û bi taybetî gelê Kurd tune bikin, lê keç û xortên gelê Kurd ên li çiyayên Kurdistanê bi lehengiya xwe ji nû ve roj li ser herêmê hilanî.

Silêman wiha domand: “Piştî binketina planên wan, hewl dan qirkirinê dubare bikin, ji hemû aliyan ve em dorpêç kirin lê şêniyên herêmê bersiva wan da û planên wan têk birin. Bi canfedayiya xwe dawiya terorê anîn û careke din dijminên mirovahiyê bi bin xistin.”

Merasîm bi pêxistina mûman li ser gorên şehîdan bi dawî bû.

(mh)

ANHA


Mijarên Din