Bi rasthatina civîna Astana re, hêzên rejîmê herêma bê çek topbaran kir

Hêzên rejîmê di demeke ku civîna Astana destpê kir, asta topbaranê li ser herêmên qaşo bê çek zêde kir.

ءNavenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên rejîmê vê sibehê li ser herêmên qaşo bê çek asta topbaranê zêde kiriye.

Her wiha hêzên rejîmê nêzî 40 roketan li herêma bajarê Xan Şêxon ê bejahiya başurê Idlibê barand û di encamê de gelek birîndar çêbûn.

Li aliyekî din jî herêma bajarokê Morêk a bejahiya bakurê Hemayê jî hate topbarankirin. Her wiha herêmên din jî mîna bajarokên Kefirnaya û Xan El-Esel ên bejahiya başurê rojavayê Helebê û bajarokên Merdehsa û Xan Sibil ên bakurê Meirêt El-Nuiman hatin topbarankirin. Gundê Um Celal ê bejahiya başur rojhilatê Idlibê jî hate topbarankirin.

Îro civîneke din ji rêzecivînên Astana ya 12’emîn di navbera dewletên destwerdanên Sûriyê dikin (Rûsya, Tirkiyê û Îran) de da ku parastina berjewendiyên xwe nîqaş bikin, destpê kir.

Tevî ku peymana Rûsya û Tirk der barê Idlibê ji 17’ê Îlona 2018’an ve heye, lê Tirkiyê bendên peymanê ya kişandina çekên giran ji çeteyan, pêk neanî.

(fr)

 


Mijarên Din