‘Bi rojbûna Rêbertî re jiyaneke nû ji jinan re hate afirandin‘

Jinên ku hevdîtin bi rêber Abdulalh Ocalan re pêk anîbû, got "Rojbûna rêber Abdullah Ocalan rojbûna hemû jinan e. Gelek wateyên wê yên pîroz hene. Rojbûna Rêbertî mîna jiyaneke nû ji bo jinan e."

4‘ê Nîsanê rojbûna 72’emîn a rêber Abdullah Ocalan e. Ev roj ji bo gelên bindest rojbûnek e, bi taybet ji bo jinan tê wateya jiyaneke nû.

Dayika bi navê Eyşe Derwîş Xelîl tevî hevser û zarokên xwe di sala 1990‘î de li Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz a li Lubnanê hevdîtin bi rêber Abdullah Ocalan re pêk anîbûn.

Dayika Eyşe ya 77 salî,  kurek û keçeke wê di nava tevgera azadiyê de şehîd bûne. Ebas Mehmûd Tahir (Kerîm) sala 1991‘an li Serhedê û Xedîce Mehmûd Tahir (Rîhan) sala 1992‘yan li Hezexê şehîd bûn.

Dayika Xedîce hin kêliyên hevdîtinê bi bîr tîne û dibêje: "Dema min Rêbertî dît min bawer nekir. Rêbertî behsa welatparêziyê, çawaniya xweparastinê, parastina gel, mal û berpirsyariya li hemberî welat dikir."

‘ROJBÛNA RÊBER OCALAN ROJBÛNA TEVAHÎ JINAN E‘

Keça dayika Eyşe, Fatima diyar kir cara yekem a ku hevdîtin bi Rêbertî re kiribû, 17 salî bû û got: "Hestekî cuda bû, Rêbertî qala rola ciwanan di civakê de kir, banga yekitiya kurdî jî dikir. Her wiha behsa welatparêziyê kir, bi taybet ji bo jinan bang kir ku azadiya xwe bi dest bixin."

Fatima li ser guhertinên ku di kesayetiya wê de çêbûn piştî hevdîtinê, wiha anî ziman: "Piştî hevdîtinê min dît ku guhertineke mezin di kesayet û fikirên min de çêbû. Ev ji bo min bû hêza pêşketinê di kar de."

Der barê girîngiya 4‘ê Nîsanê ji bo jinan de, Fatima wiha axivî: “Rojbûna rêber Abdullah Ocalan rojbûna tevahî jinan e, gelek wateyên wê yên pîroz hene. Mîna jiyaneke nû ji bo jinan e. Jin şiyar kirin, tê gihîşt ku xwe û dîroka xwe nas bike.”

Fatima 4‘ê Nîsan li tevahî jinên cîhanê pîroz kir û hêviya azadiya rêber Abdullah Ocalan kir.

ANHA


Mijarên Din