Bi romanên xwe êş û berxwedana gel vedibêje

Nivîskar û mamosteya zimanê kurdî Zozan Mihemed bi romanan êş û berxwedana gel vedibêje. Heta niha 3 romanên wê derketine û yek jî li ber çapê ye.

Zozan Mihemed ji navçeya Şera ya Efrînê ye û di Zanîngeha Helebê de Beşa Elektrîkê xwediye. Piştî şoreşa Rojava, xwesteka xwe ya zimanê dayikê bi cih anî û xwendina zimanê kurdî qedand û bû mamosteya kurdî. Her wiha di nava rewşenbîran de jî cih digire.

Di sala 2005’an de bi nivîsandina çîrokan dest bi nivîsandinê kiriye. Bi demê re senaryoyên fîlman amede kirine.

Zozan Mihemed carekê beşdarî festîvaleke li Şamê dibe lê belê jê tê dûrxistin, ji ber ku temenê wê biçûk bûye. 

Zozan romana xwe ya yekemîn bi erebî nivisandiye. Romana wê jî ‘Perperîka Deryayan’ bû. Dema ku romana xwe daye pisporekî da ku sererast bike, roman jê hatiye dizîn.

Di şoreşa Rojava de jî Zozanê xwe di her qadekê de dît, ji ber yekê jî romana ku ji wê hatiye dizîn, bi zimanê kurdî bi navê "Qirikên Qetî " nivîsandiye. Ew roman di sala 2019’an de hatiye çapkirin. Roman li ser berxwedana jinan e.

Romana duyem jî bi kurdî ye, di kampa koçberiyê de bi navê ‘Efrînname’ nivîsandiye. Roman qala şer û berxwedana efrîniyan dike.

Zozanê xwestiye bi vê romanê berxwedana gel û şervanan bigihîne dinyayê.

Romana sêyemîn jî bi zimanê kurdî bi navê ‘Berken’ bû. Berken li ser jiyana lehengekî ye ku di şerê Kobanê de li ber xwe daye û şehîd bûye.

Her wiha romana çaremîn jî bi navê ‘Parçeyek ji Parçebûnê’ ye û li ber çapê ye. Ev pirtûk jî li ser gelê ku di kampan de ye.

Zozan Mihemed diyar dike ku hêvî û daxwaza wê ji nivîsandina van roman ew e ku deng û berxwedana gelê Efrînê bigihîne tevahî cîhanê.

Zozanê bang li jinên ciwan kir ku bi nivîsandinê êş û berxwedana xwe nîşan bidin, her wiha dema bi zimanê dayikê be jî, ev xwedîderketina li ziman û berxwedanê ye.

ANHA


Mijarên Din