​​​​​​​`Bi saya QSD`ê ewlehî li herêmê peyda bû`

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Şedadê Silav Şedadî diyar kir ku hêzên wan dê operasyonên lêgerînê yên li dijî şaneyên çeteyên ku şêniyan ditirsînin bidomînin.

Li herêmên başûrê kantona Hesekê şaneyên çeteyên DAIŞ`ê gelek kiryarên terorîst li dijî welatiyan û ewlehiya herêmê pêk anîn. Ji herêmên ku bûn armanca wan bûyeran, navçeya Deşîşe û bajarokê Til Şayir ê ku bi 35 km li başûr rojhilatê Şedadê ye.

Hêzên Sûriya Demokratîk ev her du herêm di 17`ê Hezîrana 2018`an de di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de ji bo rizgarkirina gundewarê başûrê kantona Hesekê rizgar bû.

Ruxmî ku hatine rizgarkirin, lê tevgera şaneyên çeteyên girêdayî DAIŞ û gelek hêzên din li herêmê didome. Ji ber wê hêzên ewlekariyê dest bi operasyonên lêgerînê li dijî wan şaneyan kirin.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Şedadê Silav Şedadî destnîşan kir ku li herêmên rojhilatê Şedadê anku Deşîşe û gundên girêdayî wê bi saya hevkariya şêniyan bi hêzên leşkerî re û pêngavên ku ji bo tunekirina wan şaneyan hatine meşandin, aram in.

Silav Şedadî wiha domand: “Hêzên me yên ewlekariyê li ser daxwazên şêniyan operasyonên lêgerînê dan destpêkirin û ew operasyon heta tunekirina tevahiya şaneyan û spandina ewlehiyê berdewam in.”

Şêniyên Deşîşe û Til Şayir rave kirin ku ew piştî pêngavên leşkerî yên hêzên ewlekariyê li herêma rojhilatê Şedadê, herêm aram bûye û ew ji ber wê, hişê wan rihet e.

Şêniyê bi navê Ewad Xidir El-Nasir ê ji Til Şayirê dibêje: “Piştî ku şênî bi Hêzên Sûriya Demokratîk re hevkar bûn, ewletir bûn.

El-Nasir ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Ê ku nebaşiyê ji herêmê re dixwaze, îdiayên derew belav dike û ajandeyên derve û yên şaneyan pêk tînin. Di vê çolistana fireh de, çi bi sibê yan jî êvarê em bi aramî tevdigerin. Em bi hev re bi hêzên xwe yên leşkerî re kar dikin da ku çeteyê herî dawî tune bike.”

Şêniyê bi navê Hemed El-Heşaş jî bal kişand ser ewlehiya ku bi saya xebatên QSD`ê li Til Şayir û Deşîşeyê pêk hatiye û got: “Beriya pêngavan, piştî êvarê şênî ji tirsa şaneyên terorîst ji mal dernediketin. Wan şaneyan, dizî kirin û gelek şênî kuştin.”

El-Heşaş domand û got: “Êdî şênî bi hêsanî dikarin tevbigerin. Heta di saetên şevê yên dereng de dikarin di nava tevahiya gundan bi rûbera 65 km heta bigihêje sînorên Iraqê bigerin.”

El-Masir piştrast kir ku hejmareke kêm a çeteyan û dizan li kûrahiya beyarê maye. Lê tevgera wan kêm bûye ji ber ku hesabê hevkariya şêniyan bi hêzên ewlekariyê re dikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din