Bi sedan dar qurbaniyên şewatan in

Şewatên bizanebûn, li gundên Berav ên bakur rojhilatê bajarê Dêrikê 30 mezreyên meywe û fêkiyan şewatandin. Di encamê de bi sedan darên meywe û fêkiyên cur bi cur şewitîn. Cotkar û xwediyên mezreyan bang li Rêveberiya Xweser kirin ku destwerdana kesên ku ev sûc kirin bikin û ji bo ziraran piştgiriya wan bikin.

Dema ku mirov derbasî gundê Rêhanîkê dibû, hema yekser şînkayê bal dikişand. Lê niha rengê reş li ser girê navdar û dirêj ê li rojhilatê gund xuya ye. Hemû darên heyî bûn xwelî. Ev jî ne li gor xwezaya li beramber çemê gund e. Şewatê mezreyên derdorê çemê şewitandin.

Şewatên bizanebûn bi gelek mezre û gundên girêdayî herêma Berav ên bakur rojhilatê bajarê Dêrikê û yên li keviyên Çema Dicle, ketin. Du rojan şewatê li ber xwe da. Gelek mezreyên meywan ên gundên Rêhanîk, Qedrîk û Til Dara şewitîn. Di encamê de zirarên madî û hawîrdorî bi taybet bi şêniyên gundê Rêhanîkê bûn.

Şêniyê bi navê Xalid Elî xwediyê mezreyek li gundê Rêhanîkê ji ajansa ANHA’yê re wiha axivî: "Em zêdetirî 30 malbatî li vî gundî hene. Her yek parekî xwe li van mezreyan de heye. Tê de dixebitin û bodceya debara rojane ye. Li van mezreyan şewatên bizanebûn pêk hatin û me gelek ziyan dîtin. Ji lew re bang li Rêveberiyê û aliyên pêwendîdar dikin ku rewşa me weke cotkar û şênî ber çav re derbas bikin û wan kesan bigirin."

Bi sedan darên bi temenên 20 salî, di çend kêliyan de bûn qurbaniya şewatê

Selîm Murad, cotkar e û li gel wî zêdetirî 400 dar li ser girê gund hene got: "Hemû banga paratina hawîrdor û çandina daran dikin. Lê îro û piştî keda 50 salî di zeviyan de, şewatê bi sedan dar di çend kêliyan de kir xwelî. Divê rêveberî der barê van şewatên bizanebûn de sînorekî deyne." Murad wiha lê zêde kir: "Divê destpêkê alîkariya kesên zirar dîtine bê kirin. Ji ber ku şewata daran, sûca mezintirîn bi mafê hawîrdor û şêniyên gund e." 

Li aliyekî dîtir jî Mihemed Yûsiv Ehmed xwediyê çend zeviyên çandiniyê li gund e der barê vê sûcê de wiha got: "Bi sedan dar şewitîn, ev sûc e. Ev zirar ji bo hemûyan e. ji ber ku darên biberhem şewitîn. Ew dar çavkaniya qot û derbara me ye. Bang li aliyên pêwîndîdar dikin ku destwerdan û alîkariya şêniyan bikin."

Divê xwediyên zeviyan destûrê ji komîn û asayîşê bixwazin ku beriya bermahiyên xwe bişewitînin

Tevî ku rêveberiyê gelek qanûn û rêgezên xwe xistine xizmetên parastina hawîrdor, hiqûq û mafên cotkaran, lê hin kes li gor van naçin. Ji lew re xwediyên mezre û zeviyan di zirarên şewatên bizanebûn re derbas dibin.

Zekî Abdullah hevserokê komîna gundê Rêhanîkê der barê şewatan de û yên ku bûne çandeke neyênî li şêniyan vedigere û zirarê dide zeviyan û wiha got: "Gelek zevî li vê herêmê şewitandin. Bi sedema van şewatan û kes nehat lêprisînkirin, gelek zirarên madî gihaştin hawîrdorê û gel. Li aliyekî din jî qurbaniyên sivîl di encama vemirandina şewatan de çêbûn. Ji lew re ji tevan hêvî dikin ku berpirsiyar bin. Her wiha jî divê xwediyê zeviyê komîn an jî asayîşê yan jî aliyê pêwendîdar beriya ku zeviyê xwe bişewitîne, agahdar bike. Ev jî baştir e ku zeviyên xelkê bişewitin."

Çavkaniyên ji Meclisa Gundên Berav ji Komîteya Aborî ya herêma Dêrikê re bi bîr xist ku dê gerek der barê rewş û serjimarîkirina ziraran de bê çêkirin.

ANHA


Mijarên Din