Bi sedan jin li hemberî kuştinê jinan meşiyan

Rêxistinên jinan li dijî kuştina jinan meşeke li dar xistin û bang li hemû beşên civakê kir ku li hemberî hişmendiya baviksalar têkoşînê mezin bikin.

Li ser banga tevgerên jinan ên bajarê Qamişlo û bi armanca şermezarkirina kuştina jinan bi navê "şerfê" ku di demên dawî de zêde bûnebi sedan jinên herêma Qamişlo bi dirûşmeya "Jin jiyan e… jiyanê nekujin" meşek li dar xistin.

Jinan pankartên bi nivîsên "Jin jiyan e, jiyanê nekujin", "Em banga mafê Hêlîna Omerî dikin", "Bêdengiya ji kuştinê tê wateya şirîkatiya vî sûcî", "Ez ne welatiyek welatê ku jin lê were kuştin im", "Mil bi mil em rê li ber sûcan bigirin" û "Şideta li dijî jinan rawestînin" vekiribûn.

Meş ji pêşiya navenda Komseriya Mafê Mirovan a NY‘yê ya li kolana taxa Kornîş dest pê kir û li kolaneke heman taxê sekinî. Li wir jinan daxuyaniyeke hevpar ji raya giştî re parve kir. Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê endama rêveberiya Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star Rîhan Temo ve û bi zimanê Erebî ji aliyê Ronî Hesen ve hate xwendin.

Di daxuyeraniyê de hate gotin: "Jin ji berê ve û heta niha dibin qurbaniyên hişmendiya baviksalarî ya ku li ser civakê hatiye ferzkirin. Rewakirina kuştina jinan bi navê şeref, namûs û kevneşopiyên paşvû jin kirine koleyên zilam.

Bi tinekirina serdema dayikên xwedawend û pêşketina împratoriyan re ji aliyê zilam ve hişmendiya baviksalarî pêşket. Êdî jin ji sembola bedewbûn, zelabûn, zane û afrîner veguherandin guneh û lanetê, li hemberî wî komployên qirêj hatin kirin, ji aliyê Babiliyan ve hatin jin dihatin fetisandin, di dema Hindiyan de dihatin şewistandin û cûhiyan ew lanet kirin, çahiliyan ve ew bi saxî bin axê dikirin û li Îranê jî tên recimkirin.

Lê jinan bi vîn û îsrara xwe heta niha li ber xwe dide. Şoreşa Rojava ku bi pêşengtiya jinan bi rêve diçe mînaka vê yekê. Dîsa jî di nava vê têkoşînê de li dijî jinan sûcên qirêj û bûyerên bi êş têne kirin, bi taybet jinên ciwan ku ji aliyê zilamê serdest ve ji mafê jiyanê bê par têne hiştin.

Kuştin yek ji cûreyên şidetê ye û cihê şermezariyê ye, di heman demê de binpêkirina mafê jinanê ye.

Em tevgerên jin hewl didin ku mafê jinan misoger bikin, em hişmendiya klasîk ku hêza xwe di kuştina jin de dibîne û li çareseriyên radîkal nagere, red dikin. Li gorî qanûnên taybet ên ji bo jinan ku di sala 2014‘an de hatine danîn; kuştina jinan bi navê şerfê sûcek dine û der barê wê de ceza li gorî qanûan heye.

Herî dawî em soz didin ku em ê rê li ber vî sûcî bigirin û dengê jinan azad hildin da ku civakeke edalet, wekhev, azad û demokratîk ava bikin, her wiha em bang li hemû beşên civakê dikin ku li hemberî hişmendiya baviksalarî ya desthilatdar bisekinin."

Çalakî bi dirûşmeya "Jin, Jiyan, azadî" bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din