‘Bi serkeftina hewldana avakirina yekîtiyê, doza Kurd derbasî pêvajoyek nû bû’

Nivîskar Melevan Resul got: “Serkeftina hewldana yekîtiya Kurd li Rojava dikare li Sûriyê doza gelê Kurd derbasî dozek navnetewî bike û destkeftiyan biparêze.”

Hewldanên avakirina yekîtiya kurdî û hevdîtinên di navbera aliyên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê de pêşkeftinên ber bi çav pêk anîn. Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Ebdî diyar kir ku gava yekemîn a diyalogê bi serkeftî bû û derbasî pêvajoya duyemîn bûn.

Beşên civakî û çandî yên Kurd di vê serkeftinê de gaveke erênî ber bi derbaskirina astengiyan dibînin. Her wiha bang dikin ku divê nêrînên hemû beşên civakê di ber çavan re bêne derbaskirin.

Li ser vê mijarê nivîskarê Kurd Melevan Resûl got: “Însyatîfa bi armana avakirina yekîtiya Kurd di mercên hesas de pêk hat. Bi vê re artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe zêde kirin û herêmên Rojava û Bakurê Sûriyê yên mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin.”

‘SERKEFTINA LI ROJAVA, SERKEFTINA LI PARÇEYÊN DIN ÊN KURDISTANÊ YE‘

Resûl anî ziman ku her serkeftineke li Rojava, ji bo parçeyên din ên Kurdistanê serkeftin e û got: "Însyatîfê gelek alî kom kirin. Ev encamek baş e. Cara yekemîn e ku hin dewlet hewl didin partiyên siyasî yên kurdî nêzî hev bikin. Ev hewldan dikare doza Kurdên Sûriyê derbasî dozek navnetewî bike. Doza Kurd, ji bo projeya Rojhilata Navîn bûye rastiyek. Doza Kurd piştî 9 salên aloziya Sûriyê derbasî pêvajoyeke nû bûye. Yanî pêvajoya çareseriya siyasî û zêdekirina fişaran li ser rejîma Sûriyê."

Resûl di berdewama axaftina xwe de got: “Aliyên Kurd pêvajo baş xwendin. Her çendî encam nehatibin eşkerekirin jî, diyalog, nîqaş û civînên di navbera partiyên siyasî de pêngavên baş bin.”

Resûl bi domdarî got: "Xala sereke ya civînên di navbera aliyên kurdî de hatin lidarxistin, mîna serkeftina projeya Kurd e. Ji ber ku dijmin dikare Kurdan dabeşî du parçan bike, bi taybet bi dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî re.”

‘ÎNSYATÎFA YEKÎTIYA KURDÎ PLANÊN DIJMIN TÊBIR‘

Melevan Resûl diyar kir ku însyatîfa Fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mazlûm Ebdî hemû planên dijmin têk bir û wiha pêde çû: “Lewra divê partiyên siyasî têbighêjin ku çareserî ne tenê girêdayî partiyên siyasî,  divê civakê di avakirina yekîtiya Kurd  bikin bingeh. Ji ber ku civak kevirê sereke yê çareseriya pirsgirêkan e.”

‘DIVÊ NÊRÎNA HEMÛ BEŞÊN CIVAKÊ DI BER ÇAVAN RE WERE DERBASKIRIN‘

Resûl diyar kir, girîng e ku di danîna nexşeya çareserkirina doza Krud li Sûriyê nêrînê hemû beşên civakê, ji rewşenbîr, oldar û kesayetên serbixwe di ber çavan re bêne girtin.

Resûl got: “Tevî nezelalbûna di navbera herdu aliyan de, tevî zextên  hin dewletan, lê daxuyaniya Mazlûm Ebdî ya bi rêya tiwîtterê parvekiribû nîşaneyên serkeftina pêvajoya yekemîn a diyalogên di navbera aliyên siyasî de diyar dike.”

Resûl di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Beşên civakê ji rewşenbîr, hunermend û nivîskar û hwd hewldana avakirina yekîtiya kurdî bersivandin û roleke çalak di serxistina vê însyatîfê de lîstin. Gelê Kurd nêrîna xwe derbarê fedekariyên ku hatine dayîn û pêwîstiya parastina destkeftiyên ku li gelemperiya Kurdistanê hatine qezenckirin dan. Ev îrade bi yekîtiya Kurd wê biser bikeve. Ji ber ku yekîtiya aliyên siyasî yên li Sûriyê dê daxwaza gelê Kurd di destûra nû ya Sûriyê de bi cih bîne."

ANHA


Mijarên Din