Bi tawana ku Kurd in îşkence lê kirin

Her du welatiyên ji pêkhateya ereb Elaa El-Ehmed û Abdullah Elî El-Ehmed ji şêniyên gundê El-Hos ê gundewarên Reqayê, dema ku diçûn mala xwişka Abullah ku li gundê Hemam Turkmen ê başûrê Girê Spî ye, ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatin îşkencekirin.

Êdî her kesê ku nêzî herêmên dagirkirî dibe, wek xelkê wan herêman jiyana wî jî dikeve xetereyê. Li herêmên hatine dagirkirin, rewşa sivîlan trajedîk e, ewlehî lê tune ye, her tişt buha ye û gelek binpêkirinên din pêk tên.

Her du welatiyên bi navên Elaa El-Ehmed û Abdullah Elî El-Ehmed ji gundê El-Hos ê gundewarên bajarê Reqayê ne. Beriya çar rojan berê xwe da gundê Hemam Turkmen ê dagirkirî, ji bo ku alîkariya madî ji xwişka Abdullah re bikin, ji ber rewşa aborî ya xirab ku şêniyên wan herêman tê re derbas dibin. Elaa El-Ehmed jî li gundê Hemam Turkmen cotkar e.

Dema ku her du welatî gihîştin benda kontrolê ya gundê Hemam Turkmen, hatin sekinandin û nasnameyên wan hatin xwestin. Bi Abdullah El-Ehmed re tenê belgeya xizmeta leşkeriya li gel rêjîma Sûriyê ku ji beriya 12 salan wergirtiye, hebû. Çeteyan ji ber wê belgeyê Abdullah bi xiyanetê tawanbar kir.

Bêyî ku lêpirsînê bi welatiyan re bikin, ew birin odeyeke nêzî benda kontrolê û lê dan û îşkence lê kirin û ji wan re gotin hûn Kurd in!

Ajansa me ANHA`yê, piştî ku gihîştin navçeya Eyn Îsayê, xwew gihand her du welatiyan. Elaa û Abdullah got çeteyan tiştek ji wan pirs nekir, tenê ew girtin û xistin odeyekê û ji wan re gotin hûn Kurd in. Piştî wê bi alavên hişk weke turnawît û çekan, li wan xistin.

Her du welatî heta du rojan ji aliyê çete û endamên dewleta Tirk a dagirker ve, rastî lêdanê hatin. Yek ji çeteyan pereyên bi wan re ku bi 25 hezar lîreyên Sûriyê bûn, ji wan standin. Her wiha xeteke telefonê ya girêdayî wan şikandin.

Ji ber lêdanê, her du kesên girtî ji ser hişê xwe ve çûn. Çeteyan hesiband ku jiyana xwe ji dest dane, ji ber wê ew avêtin kêleka rêyekê. Yek ji kesên di wir re derbas dibû, ew rakirin û birin nexwaşxaneya nîştimanî ya Girê Spî û ji wan re got ku bêjin me qeza kiriye.

Ji ber lêdanê, serê Abdullah El-Ehmed şikestibû û şopên îşkenceyê li laşê wî hebûn. Elaa jî di ji parsiyên xwe lêdaneke zêde xwaribû û ji ber jana zêde nikarî baş nefesê bigire. 

Her wiha tekez kirin ku li wan herêman tevliheviya ewlekariyê heye û her tişt buha ye, ev jî rewşa sivîlan xirabtir dike. Şênî ji ber tirsa li ser jiyana  xwe, nikarin bikevin tevgerê û gilî bikin.

Her du welatiyan dikaribû li erebeyekê siwar bibin û ji wê derê derkevin. Piştî ku gihîştin benda kontrolê ya navçeya Eyn Îsayê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ew pêşwazî kirin û gihandin gundên wan.

(cx)

ANHA


Mijarên Din